• Email to a friend Email to a friend

VEJANDINA 38 SALIYA KOÇA DAWÎ YA BARZANÎ NEMIR LI HOLLENDA HAT KIRIN

Decrease font Enlarge font قەبارەی فۆنت
image

Ji bo wefadarî û rêzgirtina xebata babê netewa Kurd Mistefa Barzanî nemir û bizava rizgarîxwaziya netewa Kurd di çalakiyek berfireh de Lijneya Navça Hollenda ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê roja yekşembê rêkeftî 5-3-2017 bajarê Almere bîranîn û vejandina 38 saliya koça dawî ya Barzaniyê nemir kir.

Ev bîrewerî bi amadebûna birêz Seywan Barzanî balyozê Komara Îraqa federal li Hollenda û birêz Dilawer Ajgeyi nûnerê Hikumeta Herêma Kurdistanî li Yeketiya Europayê û birêz Îsmaîl Delewî pêşmergê dêrîn yê şoreşa eylulê û berpirsê Navça Hollenda di salên 90 de, nûnerên 18 partiyên siyasî ji herçar parçeyên Kurdistanê û pêşmergên dêrîn yên şoreşên Eylula mezin û gulana pêşkeftinxwaz û kesûkarên serbilindên şehîdan û nûner û endamên Afretan û Qûtabî û Lawan û jimareyek berçav ya revenda Kurd ji welatê Hollenda, Elmaniya û Belçîka ev bîrewerî bireveçû.

Destpêkirina bîreweriyê bi deqîqeyek rawestan ser piyan ji bo rêzgrtina xwîna şehîdên rêya azadî û serxwebûna Kurdistanê û serwerê nemiran Mistefa Barzanî û kak Idrîsê herdem zîndî û li gel gotina sirûda netewa Kurd Ey Reqîb civînê destpêkir.

Peyva bixêrhatinê li ser navê komîta amadekar ji aliyê birêz Dîndar Koçer kagêr û berpirsê ragihandina Navça Hollenda ve hate kirin û di axiftina xwe de bixêrhatina mêvanan kir got: Her sal em vê bîranînê dikin û rêzgirtin li wefadariyeke bo wê xebata bê rawestan û qûrbanîdana Barzaniyê nemir û di û hevdem vê bîranîne de rûha Kurdayetiyê wek agirê Newrozê dilê me gerim û geş dikit.
Her wesan pîrozbahiya xelkê Kurdistanê kir bi helkeftina 26 saliya destpêka serhildana başûrê Kurdistanê ko li bajarê Ranyayê destpêkirî li rêkeftî 5-3-1991.

Yekem gotara civînê ji aliyê birêz Omer Zawîteyî berpirsê Lijneya Navça Hollenda hat pêşkêşkirin, babetê gotara birêz Omer Zawîteyî bi navnîşanên: Barzanî nemir kî bû û çewa ji serkirdên din yên Kurd tê cûdakirin û çewa û boçî xebat dikir, naverok û destkeftên wê xebatê çi bûn? û boçî Barzanî nemire? Her wesan got: eve çend pirsyarekên kevinin lê pêwîstî bi bersivên nû heye. Birêz Omer Zawîteyî bi hûrî tîşk êxiste ser jiyana Barzaniyê nemir ji roja ji dayikbûnê wî hate koça dawî kirî li Amerîkayê li rêkeftî 1-3-1979, behiskirina Barzaniyê nemir ji dû aliyên akademîk ve hat behiskirin, ji aliyê mêjoy cêopolîtîkî û keltûrî nasyonalîstî.

Gotara Nûnertiya Hikumeta Herêma Kurdistanê li Yeketiya Europayê ji aliyê birêz Dilawer Ajgeyi ve hat xwendin û di gotara xwe de behsê rêbaza Barzanî nemir hat kirin û her wesan rewşa niha ya Kurdistanê têda derbas bibit.

Akademisyên û helbestvanê Kurd birêz Edîb Çelkî ko ji Almaniya taybet hatibû vexwendin sêmînarekê akademîk li ser rêbaza Barzaniyê nemir pêşkêşkir bi navê: Rêbaza Barzanî, pênase û şirovekirin.
Sêmînara birêz Edîb Çelkî ji sê (3) xalan pêkhatibû 1. Xebata netewî 2. gotinên Barzanî û 3. kiryarên Barzanî, bi regekê pêkol li ser van hersê xalan behsê rêbaza Barzanî nemir.
Her wesan behsê berhemê xwe yê nû kir bi navê "Karwanê pîroz" ko li ser karwanê Barzanê nemire dema ji Komara Kurdistanê ber bi Sovyeta berê çûy, helbest ya birêz Edîb Çelkî ye û awaz ya Hesen Şerîfiye û got ev berhem yê di qonaxa dawîyê de û dê belave bit.
Di dawiyê axiftina xwe de helbesta Karwanê pîroz bo mêvanên sêmînarê pêşkêşkir û xwend.

Li ser navê Mala Êzdiyan li Hollenda birêz Hesû Hûrmî peyvek pêşkêş kir û di peyva xwe de got: 1ê adarê rojeka xemgîne bo miletê Kurd bi tevayi, armanca Barzanî nemir azadkirina mirovan bû. Barzanî nemir piştevanên olên cûda cûda bû li Kurdistanê bû.
Her wesan keyfxweşiya xwe derbirî ko PDK serderiyeka nû niha bo Êzdiyan dikit piştî komkujiyan Êzdiyan.
Birêz Heso Hûrmî got: birêz Mîr Tehsîn Beg van rojan vegeriyaye Kurdistanê ko yekrêziya miletê Kurdan biparêzit. Her wesan birêz Hazim Tehsîn Beg ko wekîlê Mîrî gotiye baştirîn nûner bo Êzdiyan serok Barzaniye.
Birêz Heso Hûrmî bi dilgranî got bi mixabinî ve van rojan pêşbîniya şerê birakûjiyê li Şingalê tê kirin û got van rojan civata rohanî ya Êzdiyan beyanek li ser vê rewşa niha ya Şingalê derxistiye û spasiya wan kesan kirye ewên di hawara Êzdiyan hatîn di demên tengav de û her wesan daxwaz ji PKKê kirine ji Şingalê derkevin.
Her wesan got: Em daxwaz dikin Şingal bibe parêzgehek ser bi Herêma Kurdistanê ve.
Hebûna PKKê û Heşda Şebî dê bibe sebebê nearamiyeka berdewam li wê navçê.
Daxwaza Êdiyan ewe ko Şingal bibe parêzgehek ser bi Herêma Kurdistanê ve û ew xwe rêberiya xwe bikin.

Gotara HEVKARÎ ya partiyên siyasî ji her çar parçeyên Kurdistanê li Hollenda ko ji 18 partiyan pêk tê ji aliyê birêz Hesen Mecîdî hat xwendin û di gotara xwe de ronahî êxîste ser xebat û qûrbanîdana Barzanî nemir li her çar parçeyên Kurdistanê.

Helbestvanên Kurd Letîf Omer û Seydayê Dilbirîn di helkeftina koça dawî ya Barzanî nemir çend helbestên xwe li ser Barzanî nemir pêşkêşkirin.
Hunermendên şêwekar Erkan Caf dû (2) tabloyên şêwekarî çêkirbûn, yek ji wana yê Barzanî nemir bû û yê din yê Kak Îdrîs Barzanî canemerg bû ko ji aliyê birêz Seywan Barzanî û Dilawer Ajgeyi perde li ser hat avêtin.
Hunermend Selah Silêvaney tabloyeka Barzanî nemir çêkir bû û pêşkêşî birêz Seywan Barzanî kir.

Her wesan çend birûske hatin xwendin yên Ofîsa Europa ya Yeketiya Afretên Kurdistanê, Encûmenê Hollenda yê Yeketiya Afretên Kurdistanê û Yeketiya Qûtabî û Lawên Kurd li Hollenda, di van birûskeyan de xebat û berxwedana Barzanî nemir bilind nirxandin.
Ev yad û bîrewerî wek hersal ko Lijneya Navça Hollenda saz dikit bi hevkariya dilsozên rêbaza pîroza Barzanî nemir bi serkeftî hat endamdan.

Lijneya Navça Hollenda
Partiya Dêmokrata Kurdistanê
5-3-2017