• Email to a friend Email to a friend

ŞANDEK JI NAVÇA HOLLENDA SERSAXIYA BRAYÊ PRFÎSORÊ KURD CEMAL REŞÎD KIRIN

Decrease font Enlarge font قەبارەی فۆنت
image

Îro sêşembî rêkeftî 20-12-2016 şandek ji Lijneya Navça Hollenda ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ji bo sersaxiyê serdana mala birêz Letîf Reşîd kirin li bajarê Heerhugowaard.
Birêz Letîf Reşîd brayê profîsorê Kurd Cemîl Reşîd yê dîroknivîs ko li rêkeftî roja yekşembê 18-12-2016 di temenê 75 saliyê de piştî nexweşiyek giran li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê koça dawî kir.

Profîsor Cemal Reşîd wek Kurdekî zana û mamostayê zazîngehê rolekê berçav hebû di nivîsandin û parastina dîroka Kurdistanê de.

Şanda Navça Hollenda ko pêkhatibû ji birêzan Omer Zawîteyi, Pêşrew Hesen, Selîm Sindî û Dîndar Koçer li ser navê hemû endamên sinorê çalakî û rêkxistinên Hollenda sersaxiya xwe arasteyi malbata xwedêjêrazîkirin.

Lijneya Navça Hollenda
Partiya Dêmokrata Kurdistanê
20-12-2016