• Email to a friend Email to a friend

MERASÎMA RÊZGIRTINÊ BO ŞEHÎDÊ CANEMERG [AZAD HECÎ EVDÎ KOÇER] LI HOLLENDA BI RÊVE ÇÛ

Decrease font Enlarge font قەبارەی فۆنت
image

Roja yekşembî rêkeftî 20-11-2016 Lijneya Navça Hollenda ya Partiya Dêmokrata Kurdsitanê li bajarê Almere mersîmek bo wefadarî û rêzgirtinê bo xwîna şehîdê canemerg Azad Hecî Evdî Koçer rêkxist bi amadebûna endamên malbata şehîdê canemerg û berpirs û kargêrên Lijneya Navça Hollenda ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û nûnerên partiyên Kurdistanî û kesayetiyên Kurd û Hollendî û jimareyeka berçav ya revenda Kurd li welatê Hollenda.

Mersîmê destpêkir bi deqîqeyekê rawestan ser piyan li gel gotina marşa netewî 'Ey Reqîb' wek rêzgirtin bo xwîna hemî şehîdên rêya azadî û serxwebûna Kurdistanê û serwerê nemiran Mistefa Barzanî nemir û kaka Idrîsê herdem sax .

Birêz Dîndar Koçer kargêr û berpirsê ragihandina Navça Hollenda peyva bixêrhatinê li ser navê Lijneya Navça Hollenda û malbata şehîdî kir û spasiya kesên amadekir û got amadebûna mêvanên qedir giran rêzgirtinek bêsinore bo xwîna tevaya şehîdên Kurdistanê.

Peyama birêz Seywan Barzanî balyozê komara Îraqa federal li welatê Hollenda ji aliyê birêz Omer Zawîteyi berpirsê Navça Hollenda bi wekalet hat pêşkêşkirin û têda hat gotin ko "serferaziyek mezin bo her malbatekê eger şehîd bo avakirina dewleta Kurdî hebit û xwîna şehîd Azad Kurdistanê nêzîktir serxwebûnê dikit".

Di berdewamiya merasîmê de peyama Partî Azadî Kurdistan ji aliyê xatûn Çîmen Neqişbendî hat xwendin ko li gel şandekê ya Partî Azadî Kurdistan amadebû û her wesan çend peyv ji aliyê kesayetiyên Kurd li Hollenda hatin pêşkêşkirin û rol û qehremaniya pêşmergên Kurdistanê di şerê li dijî terorîstên DAÎŞê serê mirovê Kurd bilindkirin.

Peyva malbata şehîdî ji aliyê birêz Yasîn Reşîd Koçer ve hat pêşkêşkirin û têda got: Şehîd Azad ne bes şehîdê me ew şehîdê hemî Kurdistanê ye û dilopa xwîna her şehîdekê li nik malbata wan ya gellekî bi qîmete, her wesan got şehîd Azad ne şehîdê me yê yekê ye di malbatê de û her wesan em hemî amadene li ser rêbaza pîroza Barzaniyê nemir û rêya azadiya Kurdistanê çend qûrbanîdan pêwîst be bidin.
Birêz Yasîn Koçer her wesan spasiya Lijneya Navça Hollenda ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê kir bo rêkxistina mêrasîmê û spasiya kesên amade.

Hêjay gotinê bêjin ko şehîdê canemerg Azad Hecî Evdî Koçer li rêkeftî 12-11-2016 li eniya Başîka şehîd bibû di demê naxişkirina sinorê Kurdistanê de û gehişte karwanê nemiran.

Peyama serok Barzanî ya li rêkeftî 16-11-2016 ko li Başîka arastey cîhan û xelkê Kurdistanê kirî li di merasîmê de hat nîşandan li ser şaşeyeka mezin di hola merasîmê de.

Bi xwendina fatîhê li ser rûhê hemî şehîdên Kurd û Kurdistanê mersîm bi dawî hat.

Lijneya Navça Hollenda
Partiya Dêmokrata Kurdistanê
20-11-2016