• Email to a friend Email to a friend

LIJNEYA NAVÇA HOLLENDA CIVÎNA XWE YA BERFIREH LI DAR XIST

Decrease font Enlarge font قەبارەی فۆنت
image

Civîna berfireh ya Lijneya Navça Hollenda ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi amadebûna berpirs û kargêr û endaman Navça Hollenda li gel berpirs û kargêrên rêkxirawên têkoşer yên ser bi sinorê çalakiyên Navça Hollenda li roja yekşembê 6-11-2016 li bajarê Amsterdam, li baregayê Navça Hollenda hat li dar xistin.

Destpêka civînê wek hemî caren destpêkir bi deqîqeyekê rawestan li ser pêyan û bêdengî bo rêzgirtina xwîna şehîdên Kurdistanê û serwerê nemiran Mistefa Barzanî nemir û kak Îdrîsê herdam sax, piştre birêz Omer Zawîteyî berpirsê Navça Hollenda bi berfirehî behsê rewşa niha ya Kurdistanê bi taybetî û rewşa rojhelata naverast bi giştî û rolê Kurdan têde kir. Her wesan behsê siyaseta PDKê ya navxwe jî kir ko PDK herdem xebat ji boy yekgirtin û yekrêziya nav mala Kurdan kirye û her wesan niha ji di wan hewlan de ye.
Şerê li dijî terorîstên DAÎŞê û qehremanî û qûrbanîdana pêşmergên qehreman babetekê din yê axiftina birêz Omer Zawîteyî bû.

Di vê civînê de her wesan her bi berfirehî behis li ser wê çendê hat kirin ko çewa baştir kar bête kirin û rêxistinên Partiya me bi hêztir bibin û ji boy vê çendê ji çend li hevhatinên nû hatin qebûlkirina piştî çend pêşniyar hatîn kirin.

Lijneya Navça Hollenda
Partiya Dêmokrata Kurdistanê