• Email to a friend Email to a friend

ŞANDEK JI NAVÇA HOLLENDA SERDANA BALYOZXANA ÎRAQÊ LI DEN HAAG KIRIN

Decrease font Enlarge font قەبارەی فۆنت
image

Roja înê rêkeftî 4-11-2016 şandek ji Lijneya Navça Hollenda ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê serdana balyozxana komara Îraqa federal li bajarê Den Haagê kirin û bi germî ji aliyê birêz balyoz Seywan Barzanî hatin pêşwazîkirin....

Mebesta vê serdanê agehdarbûn li ser rewşa niha ya Kurdistan û Îraqê û bi taybetî pêşkeftin û serkeftinên hêza pêşmergên Kurdistanê û hevkariya pêşmergeyan li gel leşkerê Îraqî di şerê li dijî terorîstên DAÎŞê û nexasim operasyona kontrolkirina Musilê.

Babetekê din yê vê hevdîtinê rewşa revenda Kurdî bû li welatê Hollenda.Hêjay gotinê ye ko birêz Seywan Barzanî ji destpêka sala 2016 dest bi kar bûye wek balyozê komara Îraqê li welatê Hollenda.

Lijneya Navça Hollenda
Partiya Dêmokrata Kurdistanê