• Email to a friend Email to a friend

FAZIL BEŞARETÎ LI NAVÇA HOLLENDA HAT PÊŞWAZÎKIRIN

Decrease font Enlarge font قەبارەی فۆنت
image

Roja pêncşembî rêkeftî 27-10-2016 li bajarê Amsterdam li baregayê Lijneya Navça Hollenda ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê birêz Fazil Beşaretî berpirsê Leqa 12 ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li Helebçe ji aliyê berpirs û kargêrên Navça Hollenda bi germî hat pêşwazîkirin. Birêz Omer Zawîteyi berpirsê Navça Hollenda bixêrhatin û spasiya birêz Fazil Beşaretî kir ko serdana Navça Hollenda kirî û her wesan behsê karkirinê li ser rêkxsitinên partî li Europa bi giştî û Hollenda bi taybetî kir. Ji aliyê xwe ve birêz Fazil Beşaretî jî spasiya Navça Hollenda kir bo wê pêşwaziya gerim û her wesan keyfxweşiya xwe derbirî ji ber rêkûpêkiya rêkxistinên partî li Hollenda. Di vê rûniştinê de her wesan behsê rewşa dawî ya Kurdistanê hat kirin û nexasim qehremanî û qûrbanîdana pêşmergên Kurdistanê li dijî terorîstên DAÎŞê. Her wesan behsê rêkxistinên partî li sinorê parêzgeha Silêmaniyê hat kirin, hêjay gotinê ye ko di demê sala borî de li sinorê parêzgeha Silêmaniyê baregeh û endamên partî rastî êrîşên dijwar hatibûn ko bibû sedema şehîbûna kadirên partî û şewitandina baregehên partî li wê parêzgehê, ew hêrişe û destdirêjî li ser endam û baregahên partî jî ji aliyê çalakvanên îslamî û yên bizava Gorranê bûn.

Lijneya Navça Hollenda
Partiya Dêmokrata Kurdistanê