• Email to a friend Email to a friend

RÊKXIRAWA ALMERE CIVÎNA XWE YA ASAYÎ ENCAM DA

Decrease font Enlarge font قەبارەی فۆنت
image

Roja yekşembê rêkeftî 23-10-2016 rêkxirawa Almere ya ser bi Lijneya Navça Hollenda ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi amadebûna berpirs û desteya rêkxirawa Almere û şandeka Lijneya Navça Hollanda civîna xwe ya asay encam da.
Şanda navça Hollenda pêkhatibûn ji birêzan: Omer Zawîtey, Pêşrew Hesen, Şêrzad Rojbeyanî, Reşîd Botanî, Dîndar Koçer....

Civînê destpêkir bi deqîqeyekê rawestan ser piyan bo rêzgirtina xwîna şehîdên Kurdistanê û serwerê nemiran Mistafa Barzanî nemir û kak Îdrîsê herdem sax.
Tewera yekê behiskirina kar û çalakiyên demê borî û plana paşeroja rêkxirawa Almere bûn ko ji aliyê birêz berpirsê rêkxirawa Almere hate pêşkêşkirin.

Birêz Omer Zawîteyî berpirsê Lijneya Navça Hollenda bi têr û tejî li ser barê giştî û rewşa niha ya Kurdistanê bo endamên amade axivî û ew agehdarkirin li ser rûdanên vê dawiyê li Kurdistanê û nexasim hewildanên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bo aktîfkirina parlamantoya Kurdistanê.

Qehremanî û qûrbanîdana pêşmergên Kurdistanê û destpêkirina operasyona Musilê û serkeftinên pêşmergê Kurdistanê mijarek din ya civînê bû, rolê pêşmergên dilêr û qehreman bilind hat nirxandin.
Her wesan kargêrên navçê yên amade behsê beşên ko ew pê berpirsyar kirin, beşên rêkxistin, peywendî, daray û ragihandin.

Lijneya Navça Hollanda
Partiya Dêmokrata Kurdistanê