• Email to a friend Email to a friend

ANDEK JI NAVÇA HOLLENDA BEJDARÎ DI ÇALAKIYÊN NAVÇA LEIPZIG DE KIR

Decrease font Enlarge font قەبارەی فۆنت
image

 Li rêkeftî 22-10-2016 li bajarê Dessau li welatê Almanya bi serpereştiya Lijneya Navça Leipzig sêmînarek ji aliyê birêz Cehfer Îbrahîm Êmînkî endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û berprisê mekteba rêkxistinê hat pêşkêşkirin bo revenda Kurdî li wê herêmê li jêr navnîşanên “Rêzgirtin û piştevaniya pêşmergên qehremanên Kurdistanê bila erkê her Kurdekê bit li her cihekê cîhanê” Di axiftina xwe de birêz Cehfer Êmînkî got pêwîst di vê rewşa niha ew erke bikevit pêşiya hemî erkên dî û qehremaniya pêşmergeyan bilind hilgirîn û her wesan Kurdên li diyaspora pêwîst rolekê berçav hebit bo nasandina û giringiya pêşmergeyan bo cîhana azad û mirovatiyê di şerê li dijî terorîstên DAÎŞê de. Her wê êvarê civîneka berfireh li gel hindek navçê û rêxirawên sinorê leqa 6 hat encamdan, di wê civînê de li ser bihêzkirina rêkxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li Europa hat gengeşekirin û her wesan li ser çareserkirina wan astengiyên sinorê leqa 6 ko niha hene. Birêz Cehfer Êmînkî rolê berçav yê endam û alîgirên PDKê li Europa bilind nirxand û her wesan daxwaz ji wana kir ko her li ser wê rêbazê berdewam bin ji ber ko wan rêya herî rast ya Kurdayetiyê helbijartine. Derbarê reşwa niha ya Kurdistanê tevî wan hemî astengî û neheqiyên li kadir û endam û alîgirên PDKê tên kirin her PDK bi serkirdayetiya xwe ve ya li eniyên şeriyê û her di hewildanê deye wan kêşeyên navxwe li Herêma Kurdistanê hene bi rêya diyalogê bên çareserkirin û her wesan Kurdistanê ber bi serxwebûnê ve dibe. Birêz Omer Zawîteyi berpirsê navça Hollenda ji bo pêşxistin û bihêzkirina rêkxsitinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li Europa raportek têrûpir xwand û pêşkêşî birêz Cehfer Êmînkî kir derbarê rêkxistinên li sinorê leqa 6. Şanda Navça Hollenda pêkhatibû ji berpirs û kargêran, birêzan Omer Zawîteyi berpirs û birêz Pêşrew Hesen berpirsê rêkxistinê û Şêrzad Rojbeyanî berpirsê peywendiyan û Dîndar Koçer berpirsê radihandinê.

Ragihandina Lijneya Navça Hollanda
Partiya Dêmokrata Kurdistanê