• Email to a friend Email to a friend

LI HOLLENDA PIRSEYA SERSAXIYA XWEDÊJÊRAZÎ ŞÊX SEYÎD TAHA KEMALÎZADEH HÛSÊNIYÊ NEQIŞBENDÎ BI AMADEBÛNA ŞENDA PDKê BIRÊVEÇÛ.

Decrease font Enlarge font قەبارەی فۆنت
image

 Roja Şembiyê rêkeftî 15-10-2016 li bajarê Arnhem li welatê Hollenda pirseya sersaxiyê ya kesayetiya olî û civakî yê Kurdistanê xwedêjêrazî Şêx Seyîd Taha Kemalîzade Husêniyê Neqişbendî, Şêxê terîqeta neqişbendiyê birêveçû. Bi amadebûna şandeka Partiya Dêmokrata Kurdistanê û jimareyeka mezin ya kesayetî û nûnerên partî û aliyên siyasî yên herçar parçeyên Kurdistanê û revenda Kurdî behya xwedêjêrazî hat birêvebirin. Şanda Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi germî ji aliyê malbata xwedêjêrazî hat pêşwazîkirin. Birêz Celal Kemalîzadeh ko dibe kurrê xwedêjêrazî Şêx Seyîd Teha Neqeşbendî li ser navê malbata xwe spasî û rêz û pêzanînên arastey Partiya Dêmokrata Kurdistanê û serok Barzanî kirin bo wê peyama serok Barzanî belavekirî û têde sersaxiya malbata Şêx Seyîd Teha Neqeşbendî kirbû bi helkeftina koça dawiya babê wan. Birêz Celal Kemalîzadeh di axiftinia xwe de got: “Em spasiya cenabê serok Barzanî dikin, peyama serok Barzanî gehişt me û bi rastî wê peyamê xem û nerehetiya me kêm kir. Eve bi dirêjiya salanê em cenabê serokî nas dikin û cenabê wî herdem di xema gel û nîştîman de ye. Eve cihê dilxweşiyê ko cenabê serok Barzanî li hemî kesekê di pirsît û em dûbare spasiya cenabî wî dikeyn.” Xwedêjêrazî Şêx Seyîd Taha Kemalîzade Husêniyê Neqişbendî li rêkeftî 9-10-2016 li rojhelatê Kurdistanê, li bajarê Ûrmiyê emrê xwedê kir bû.
Ragihandina Lijneya Navça Hollenda
Partiya Dêmokrata Kurdistanê
15-10-2016