• Email to a friend Email to a friend

70 SALIYA DAMEZIRANDINA PARTÎYA DÊMOKRATA KURDISTANÊ LI AMSTERDAM HAT PÎROZ KIRIN

Decrease font Enlarge font قەبارەی فۆنت
image

Li bajarê Amsterdam, li baregayê Lijneya Navça Hollenda ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li rêkeftî 16ê Tebaxê 2016 bi helkeftina 70 saliya damezirandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê û rojbûna serok Mesûd Barzanî, ji aliyê berpirs û kargêrên Navça Hollenda pêşwazî li endam û dost û hevalên partî hat kirin yên ko bi mebesta pîrozkirina roja damezirandina partiya me û rojbûna serokê me serdana baregayê Navça Hollenda kirîn.

Endam û dost û hevalên serdana baregayên navça Hollenda kirîn ji xeynî pîrozbahiyê 16ê Tebaxê her wesan keyfxweşiya xwe derbirîn bo serkeftinên vê dawiyê yên pêşmergên qehremanên Kurdistanê di şerê li dijî terorîstên DAÎŞê de û ew serkeftine ji pîrozkirin.
Her wesan di vê roja pîroz de daxwaz ji serok Barzanî hat kirin ko bi zûtirîn dem dewleta Kurdistanê ya serbixwe rabigehînit û daxwaz ji aliyên din yên Kurdî di meydana siyaseta Kurdî de kirin ko pişgiriya serok Barzanî bikin û yekrêziya nav mala Kurdan biparêzin.

Her bi mebesta 70 saliya serok Mesûd Barzanî, endamê partiya me birêz Cemal Zawîtey wêneyekê serok Barzanî wek diyarî pêşkêşî Navça Hollenda kir ko çende jî cihê spas û pêzanînên me bû.

Em rêya vê nivêsînê jî li ser navê Lijneya Navça Hollenda ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê spasiya wan hemî endam û dost û hevalan dikin yên ji dûr û nêzîk zehmet kêşayn û serdana me kirîn û pîrozbahî li xwe û li me kirîn.

Salên borî ev roja pîroz di dîroka Kurdistanê de bi aheng û şahî di hatin gêran lê ji ber rewşa niha ya Kurdistanê ko şerê dijî terorîstên DAÎŞê û Kurdan jimareyk mezin qûrbanî dane êdî bi aheng û şahî nakin.

Lijneya Navça Hollenda
Partiya Dêmokrata Kurdistanê
16ê Tebaxê 2016