• Email to a friend Email to a friend

ŞANDA NAVÇA HOLLENDA SERDANA RÊKXIRAWA TÎLBURG KIR

Decrease font Enlarge font قەبارەی فۆنت
image

Roja yekşembê rêkeftî 26-6-2016 şanda Lijneya Navça Hollenda ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê serdana rêkxirawa têkoşer ya Tîlburgê kirin.

Şanda Navça Hollenda pêkhatibû ji birêzan Omer Zawîtey berpirs û kargêran Pêşrew Hesen, Elî Hirorî û Reşîd Botanî û bi germî ji aliyê berpirs û kargêrên rêkxirawa Tîlburg hatin pêşwazîkirin.

Merema vê serdanê xûrtkirina rêkxistinên patiya me bûn li nav sinorê rêkxirawa Tîlburg û her wesan şanda Navça Hollenda ji nêzîk ve pêzanînên nû li ser rewşa niha ya Kurdistanê û vê qonaxa hestiyar gehandin endamên partiya me yên wê herêmê.

Lijneya Navça Hollenda
Partiya Dêmokrata Kurdistanê
26-6-2016