• Email to a friend Email to a friend

ŞANDA KOMELA Ş.Z.K.Î. SERDANA NAVÇA HOLLENDA KIRIN

Decrease font Enlarge font قەبارەی فۆنت
image

Roja şembiyê rêkeftî 25-6-2016 şandek ji partiya Komela Şoreşgêr û Zehmetkêşên Kurdistana Îranê serdana Lijneya Navça Hollenda ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê kirin li bajarê Amstedam û ji aliyê berpirs û kargêrên Navça Hollenda hatin pêşwazîkirin.

Şanda mêvan ji birêzan Ehmed Murtezewî berpirsê komîta Hollenda û birêz Keywan Feramerzî berpirsê têkiliyên derve yên Komelê li Europa hatibû pêkatin.

Armanca sereke ya vê rûniştinê xûrtkirina têkiliyên herdû aliyên li gel hev û bi hevra baştir xebat û xizmetkirina bo revenda Kurdî li welatê Hollenda.

Di vê hevdîtinê de li ser rewşa niha ya Kurdistanê hat axiftin, şanda Komelê daxwaza yekrêzîya hêzên siyasî yên başûrê Kurdistanê xwestin û gotin niha derfetek zêrîn li ber destê Kurdên başûrê Kurdistanê ye û nebit bi hîç rengekê ev derfet li ber destan biçit.

Şanda yawer piştevaniya xwe bo serok Barzanî nîşan dan ji bo rêfrendûma serxwebûna Kurdistanê.
Her wesan bi hûrî behsê rewşa rojhelatê Kurdistanê hat kirin û nexasim ew zilm û zordariya komara îslamî ya Îranê li xelkê şerefmendê rojhelatê Kurdistanê dikit û binpêkirina mafê mirovan.

Lijneya Navça Hollenda
Partiya Dêmokrata Kurdistanê
25-6-2016