• Email to a friend Email to a friend

ŞANDA ENKSê LI BAREGAYÊ PDKê LI AMSTERDAM HAT PÊŞWAZÎKIRIN

Decrease font Enlarge font قەبارەی فۆنت
image

Li baregayê Lijneya Navça Hollenda ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê şandek ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ko pêkhatibû ji birêzan Kawa Reşîd û Azad Şêxo hatin pêşwazîkirin ji aliyê berpirs û kargêrên Navça Hollenda.

Di vê hevdîtnê de li rewşa niha ya Kurdistanê bi giştî û ya rojavayê Kurdistanê bi taybetî hate axiftin.
Şanda mêvan dilxweşiya xwe diyarkirin li ser serkeftinên pêşmergên Kurdistanê yên li dijî terorîstên DAÎŞê û rêberiya serkeftî ya serok Mesûd Barzanî, şanda mêvan spas û pêzanînên xwe arastey Partiya Dêmokrata Kurdistanê û serok Barznaî kirin ji bo xemxorî û piştevaniya serok Barzanî ya rasteqîn bo rojavayê Kurdistanê.

Şanda ENKSê xemgîniya xwe derbirîn li ser rêgirtina li pêşmergên rojava tê kirin ji aliyê TEV-DEM û PYDê, şanda yawer diyar ko ko pêşmergê rojava dixwaze binkeyên xwe yên serbazî vegûhêzên rojavayê Kurdistanê ko bi karin ji nêzîk ve berevaniyê li xelkê xwe bikin.

Her wesan li ser siyaseta çewt ya li rojavayê Kurdistanê tê meşandin bi tundî hat şermezarkirin, nexasim dijatiya alaya pîroza Kurdistanê.

Şanda yawer piştevaniya xwe derbirîn bo helwêstê serok Mesûd Barzanî bo referendûma serxwebûna Kurdistanê.

Lijneya Navça Hollenda
Partiya Dêmokrata Kurdistanê
23-6-2016