• Email to a friend Email to a friend

Image gallery

MÎLAZIM YUNIS ROJBEYANÎ SERDANA NAVÇA HOLLENDA KIR

Decrease font Enlarge font قەبارەی فۆنت
image

Bi mebesta ji nêzîk agehdarbûn li ser kar û çalakiyên Lijneya Navça Hollenda ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê birêz Yunis Rojbeyanî endamê civata serokatiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê serdana baregayê Lijneya Navça Hollenda kir li bajarê Amsterdam û bi germî hat pêşwazîkirin ji aliyê berpirs û kargêrên Navça Hollenda.

 Birêz Omer Zawîtey berpirsê Navça Hollenda li ser navê xwe û hemî kargêr û endamên sinorê rêkxistinên Navça Hollenda bixêrhatin û spasiya birêz Yunis Rojbeyanî kir bo amadebûna wî li baregayê Navça Hollenda.

 Ji bo baş agehdarbûn li ser kar û çalakiyên Navça Hollenda bi hûrî behsê çalakî û karê rêkxistina Navça Hollenda bo birêz Yunis Rojbeyanî hat kirin.

 Ji aliyê xwe ve birêz Yunis Rojbeyanî keyfxweşiya xwe derbirî bo amadebûna wî li baregayê Navça Hollenda û her wesan destxweşî li Navça Hollenda bi giştî kir bo kar û çalakiyên wana ko dengvedane.

 Pêzanînên xwe arastey berpirs û kargêrên Navça Hollenda kir li ser wî barê giran wan xistiye ser milên xwe bo başkirin û xizmetakirina revenda Kurdî bi giştî li welatê Hollenda li ser rêbaza pîroz ya Barzaniyê nemir.

 Mijarek din ya vê serdana şerê li dijî terorîstên DAÎŞê bû, birêz Yunis Rojbeyanî ji destpêka şerê li dijî DAÎŞê li eniya şerî ye û niha ew fermandayê pêşmergên Kurdistanê ye li eniya Başîka ye ko li nêzîkî Musilê ye, wî behsê rolê pêşmergên qehremanên Kurdistanê ko bi xwîna xwe aramî û azadiyê pêşkêşî xelkê bi şerefê Kurdistanê kirine.

 Her wesan behsê rewşa niha ya siyaseta navxwey ya Kurdistanê kir û proseya referendûma serxwebûna Kurdistanê.
 Birêz Yunis Rojbeyanî got: Asoyek geş ya li pêşiya gelê Kurdistanê û yekrêzî û yekdengiya Kurdan vê asoya geş zûtir dê gehînit Kurdistanê.

 Lijneya Navça Hollenda
 Partiya Dêmokrata Kurdistanê
 21-6-2016