• Email to a friend Email to a friend

Image gallery

40 saliya şoreşa gulana pêşkeftinxwaz li Hollenda hat saxkirin

Decrease font Enlarge font قەبارەی فۆنت
image

Ji bo bilind û pîroz hilgirtina bîranîna şoreş û xwîna şehîdên Kurdistanê, li jêr nav û nîşanên ‘ji şoreşa gulanê ber bi dewleta Kurdistan ve’ roja şembiyê rêkeftî 28-5-2016 bi amadebûna hindek ji pêşmergeyên şoreşa eylûl û gulanê ko li sinorê rêkxirawa Arnhem dijîn û nûnerên partiyên siyasî ji her çar parçeyên Kurdistanê û cemawerkê berçav li bajarê Arnhem bîranîna 40 saliya şoreşa gulanê ya pêşkeftinxwaz di keş û hewayekê şoreşgêrane de hat saxkirin ji aliyê rêkxirawa Arnhem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û bi hevkariya Lijneya Navça Hollenda.

Wek nerîtekê hemîşeyî li hemî civîn û çalakiyên partiya me de destpêkê yek deqîqe rawestiyan û bêdengî wek wefadarî û rêzgirtin bo xwîna hemî şehîdên Kurdistanê û babê nemiran Mistefa Barzanî û kak Îdrîsê canemerg bîranîna 40 saliya şoreşa gulanê destpêkir û piştre sirûda netewa Kurd Ey Reqîb hat gotin.

Peyva bixêrhatinê ji aliyê berpirsê rêkxirawa Arnhem birêz Felah Reşîd hate kirin û di peyva xwe de got şoreşa gulanê dirêjepêdera şoreşa eylulê ya mezine ko bi serperetşiya Barzaniyê nemir di hat kirin û her wesan behsê destkeftên mezinên şoreşa gulanê kir bi serokatiya serokê Mesûd Barzanî û di dawiya axiftina xwe de behsê rewşa niha Kurdistanê kir û nexasim piştevanî bo serok Barzanî û rêfrendûma Kurdistanê bo serxwebûnê.

Piştre peyv û peyamên mêvanên amade hatin xwendin derbarê şoreşa gulanê de, Omer Zawîtey berpirsê Lijneya Navça Hollenda ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê jî peyvek pêşkêşkir û di peyva xwe de behsê tomarkirina serkeftinên şoreşa gulanê kir û got yekek ji destkeftên herî mezin di şoreşa gulanê de avakirina berya Kurdistanî bû, ko rêkeftin û hevkarî di navbera partiyên siyasî yên Kurdistanê hat kirin.
Her wesan nûnerên partî û aliyên amade, Partiya Azadiya Kurdistanê, Partiya Sosyalîsta Kurdistanê, Partiya Dêmokrata Kurdistana Îranê, nûnerê komela KOÇ-KAK ê, Yeketiya Afretên Kurdistanê tayê Europa gotar pêşkêşkirin.

Beşekê din yê vê çalakiyê rêzgirtin li pêşmergên şoreşa gulanê bû, ew pêşmergên ser bi sinorê rêkxirawa Arnhem ve. Mixabin hinek ji wan pêşmergeyan şehîdbûne yan tendrûstiya wan nebaş bû ko amade bin, ew rêzgirtin li malbatên wan hat girtin.

Hunermendên dengxweş Brader Mûsîlî û Rûbar Şîno û Memo Mûsîkî bi stiranên xwe yên şoreşgêrî li ser Kurdistanê pêşmergeyan bejdarî di vê çalakiyê de kirin û her wesa helbestvanê kurdperwer Omer Letîf.

Lijneya Navça Hollenda
Partiya Dêmokrata Kurdistanê
30-5-2016