• Email to a friend Email to a friend

Image gallery

BERPIRSÊ LIJNEYA NAVÇA ERBET LI BAREGAYÊ NAVÇA HOLLENDA HAT PÊŞWAZÎKIRIN

Decrease font Enlarge font قەبارەی فۆنت
image

Di çarçoveya çalakî û hevdîtinan de roja dûşembî 23-5-2016 li bajarê Amsterdam li baregayê Lijneya Navça Hollenda ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê pêşwazî li birêz Cewher Mehmûd Awakaley berpirsê Lijneya Navça Erbet ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li û birêz Raîd Aram Zengene fermandê wezareta pêşmergê Kurdistanê hat kirin.

Pêşwazî ji aliyê berpirsê Navça me birêz Omer Zawîteyi û kargêrên Navça me birêzan Pêşrew Hesen û Reşîd Botanî bi germî hatibû kirin.
Di vê hevdîtinê de behsê rewşa niha ya Kurdistanê têde derbas dibit bi giştî hat kirin û nexasim ew astengiyên xelkê Kurdistanê rûbirû boy, wek qeyrana aborî û şerê terorîstên DAÎŞê û hatina jimareyka mezin ya awareyan bo Herêma Kurdistanê.

Di tewereka din ya vê rûniştinê de bi hûrî behsê wan astengiyan hat kirin ewên endamên PDKê derbas dikin li parêzgeha Silêmaniyê, nexasim piştî par li cotmeha sala 2015 destdirêjî û çavsorî li partiya me hatî kirin, mixabin 2 endamên partî şehîd bibûn û 6 baregayên partî hatibûn şewitandin û bi dehan brîndar ji aliyê têkder û çalakvanên bizava Gorran.

Şanda navhatî ko bo karek taybet li Hollenda bûn, keyfxweşiya xwe derbirîn ji bo ji nêzîk ve agehdarbûn li ser kar û çalakiyên Lijneya Navça Hollenda û spasiya Navça Hollenda kirin bo vê pêşwaziya gerim.

Lijneya Navça Hollenda
Partiya Dêmokrata Kurdistanê
24-5-2016