• Email to a friend Email to a friend

Image gallery

ŞÊRZAD ROJBEYANÎ LI HEWLÊRÊ SERDANA NAVENDA SAZIYÊN CAMERIYÊN PDKê KIR

Decrease font Enlarge font قەبارەی فۆنت
image

Îro berdewamiya dîdar û hevdîtinan de li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, birêz Şêrzad Yunis Rojbeyanî kargêr û berpirsê peywendiyên Lijneya Navça Hollenda ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ji aliyê birêz Sasan Ewnî endamê serkirdayetî û berpirsê navenda saziyên cemawerî yên PDKê û xatûn Çinar Saad Ebdullah endama serkirdayetiya PDKê hat pêşwazîkirin.

Di vê hevdîtinê li baregayê sereke yê Saziyên cemawerî yên PDKê de behsê giringiya role saziyên cemawerî hat kirin di vî baredoxê hestiyar ko xelkê Kurdistanê bi giştî derbas dikit.
Nexasim rolê giringê saziyên cemawerî yên ser bi PDKê ve bilind hat nirxadin ji boy palpiştî û piştevaniya wan bo pêşmergê Kurdistanê.

Birêz Şêrzad Rojbeyanî diyar kir ko li sinorê çalakiyên Lijneya Navça Hollenda ew jî bi pêwîst dizanin û giringiyê bi saziyên camawerî didin û niha ji li Hollenda wana bi hemû şiyanên xwe piştevaniya Platforma Kurdên Hollenda kirye, ew Platform pêkhatiye ji hemî parçeyên Kurdistanê û saziyên bejdar di Platformê de bi bîrûbawerên cûdane.
Her wesan li sinorê Navça Hollenda Yeketiya Qûtabî û Lawên Kurd û Yeketiya Afretên Kurdistanê çalakin.

Lijneya Navça Hollenda
Partiya Dêmokrata Kurdistanê
23-5-2016