• Email to a friend Email to a friend

LI BAJARÊ ARNHEM AMADEKARIYÊN BÎRANÎNA 40 SALIYA ŞOREŞA GULANA PÊŞKEFTINXWAZ

Decrease font Enlarge font قەبارەی فۆنت
image

Bi mebesta amadekirina bîreweriya 40 saliya Şoreşa Gulana pêşkeftinxwaz roja pêncşembî rêkeftî 19-5-2016 civînek li bajarê Arnhem hate li darxistin di navbera şanda nawça hollenda û desteya rêveber ya rêkxirawa Arnhem.

28 Gulana 2016 li Arnhem bîranîna 40 saliya şoreşa gulana pêşkeftinxwaz tê kirin û bo amadekariyên wê ...rojê ev civîn hatibo kirin.

Mijareka din ya civînê ji xeynî amadekariyên bîreweriya şoreşa gulanê birêz Omer Zawîteyi behsê rewşa niha ya Kurdistanê û herêma rojhelata navîn bi giştî kir û rolê giring yê pêşmergê Kurdistanê û serok Barzanî.

Derbarê wan guhorînên vê dawiyê li meydana siyasî ya Kurdistanê û behsê helwêstê Partiya Dêmokrata Kurdistanê ko helwêstê partî herdem li pêşiya her tiştekê yekrêziya nav mala Kurdan bûye li ser bingehekê saxlem.

Her wesan behsê wê çendê kir ko armanca Partiya Dêmokrata Kurdistanê serxwebûna Kurdistanê ye û ev çende ji pêwîste bi rêya têgehiştin û diyalogê be, pêngava herî baş refrendome ko xelkê Kurdistanê bi dilê xwe biryara çarenivîsê xwe bide.

Şanda nawça me pêkhtibû ji birêzan Omer Zawîteyi berpirsê navça me û Reşîd Botanî kargêrê Nawçê.

Kombûn piştî dû demjimêran bi serkeftî bi dawî hat.

Lijneya Navça Hollenda
Partiya Dêmokrata Kurdistanê