• Email to a friend Email to a friend

Image gallery

BERPIRS Û KARGÊRÊN NAVÇA HOLLENDA SERDANA MALA PÊŞMERGÊ DÊRÎNÊ ŞOREŞA GULANA PÊŞKEFTINXWAZ EHMED HEMO KIRIN

Decrease font Enlarge font قەبارەی فۆنت
image

Di çarçoveya çalakiyên civakî û komelayetî yên Lijneya Navça Hollenda ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, şandekê ji navça me ko pêşhatibon ji birêzan berpirs Omer Zawîteyi, berpirsê rêkxistinê Pêşrew Hesen, berpirsê maliyê Reşîd Botanî û berprisê rêkxirawa Almere Tariq Zawîteyi û berpirsê beşê rêkxistina rêkxirawa Amsterdam Qehar Hewlêrî serdana mala pêşmergê dêrîn yê şoreşa Gulana pêşkefinxwaz û qûtabiyê rêbaza pîroz ya Barzaniyê nemir birêz Ehmed Hemo kirin.

Birêz Ehmed Hemo ji binemaleka Kurdperwer û nîştîmanparêz û xûdan qûrbanîdan di rêya azadiya Kurdistanê de, pêşmergê dêrînê şoreşa Gulanê ya pêşkeftinxwaz ko di salên 70yan de çalak bû li devera deşta Dûbanê di nav rêkxistinên nihênî yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê de û di destpêka salên 80yan de dest avêt çekê şerefmendiyê û ket nav rêzên pêşmergên şoreşgêrên Kurdistanê di nav hêza çekdar ya bi navê Şehîd Mehmûd Yusif ko berpirsê wan şehîd Miho Gewda bû li Lijneya Navça Zaxo ser bi Leqa 1 yê têkoşer.

Pêşmergê dêrîn Ehmed Hemo û brayên xwe bi baweriyeka mikûm xebat bo bidestxistina azadiya Kurdistanê kirin li dijî dagirkeriya Îraqa diktator Sedam Hisênî, lê mixabin li rêkeftî 25-8-1988 rijêma faşîst û zalim ya Bexdayê bi berdewamiya wêrankirina Kurdistanê li enfala Behdînan çekê kêmyayî li dijî xelkê sîvîl yê deverê hat bikarînan û ew neçar bûn aware bibin.

Birêz Ehmed Hemo li gel brayên xwe ko ew jî pêşmergê Lijneya Navça Duhokê bû û hevjîn û deyka xwe û kurrê xwe koçberî bakûrê Kurdistanê bûn û li kempa penaberan li Amedê bi cîh bûn û sala 1990 bi neçarî beref Europa hatin û niha li welatê Hollenda dijî.

Derbarê serdana şanda navça Hollenda birêz Ehmed Hemo keyfxweşiya xwe derbirî û spasiya Navça Hollenda kir ko serdana wî kirin û her wesan wî bi rêya şanda navça me silav û rêzên xwe arasteyi hemî pêşmergên qehremanên Kurdistanê kirin ko niha li berokên şerî de li dijî terorîstên DAÎŞê şerî dikin.
Her wesan got ko bi saya serok Mesûd Barzanî armanca me ya sereke ko serxwebûna Kurdistanê ye û xewna şehîdên me bû nêzîk bûye.

Hêjay gotinê ye ko birêz Ehmed Hemo niha jî endamekê çalakê sinorê çalakiyên Lijneya Navça Hollenda ye û wesan ew li havîna sala 2014 wek pêşmergeyekê dilêr û guhdarê peyama serok Mesûd Barzanî vegeriyabû Kurdistanê û carek dî çekê şerefê hilgirtibû li dijî terorîstên DAÎŞê.
Wî carek din wefadariya xwe bo Navça Hollenda ya Partiya me dûpat kir û got: Her demekê partiya min, welatê min pêwîstî bi min hebit ez dê welatê Hollenda bi cih hêlim û vegerim Kurdistanê û kevim nav rêzên pêşmergên Kurdistanê û xizmeta welatê xwe kim.

Birêz Ehmed Hemo babê hevalê me yê kargêr û berpirsê ragihandina navça me heval Dîndar Koçer.

Lijneya Navça Hollenda
Partiya Dêmokrata Kurdistanê
16-5-2016