• Email to a friend Email to a friend

Peyama Lijneya Navça Hollenda bo pîrozkirina 62 saliya Yeketiya Afretên Kurdistanê

Decrease font Enlarge font قەبارەی فۆنت
image

Bi helkeftina hatina 62 saliya damezirandina Yeketiya Afretên Kurdistanê brûskek pîrozbahiyê ji aliyê Lijneya Navça Hollenda ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hate belavekirin û li jêr têksta wê ye.

Bi helkeftina hatina 62 saliya damezirandina Yeketiya Afretên Kurdistanê brûskek pîrozbahiyê ji aliyê Lijneya Navça Hollenda ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hate belavekirin û li jêr têksta wê ye.

==


Amsterdam, 11-12-2014

Xûşka birêz Fezîla Şoreş berpirsa liqa Europa  ya Yeketiya Afretên Kurdistanê,

Silav û rêz,

Bi helkeftina hatina roja damezirandina Yeketiya we ya têkoşer, Yeketiya Afretên Kurdistanê ko li 11-12-1952 hatiye damezirandin, em li ser navê Lijneya Navça Hollenda ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê em bi germî pîrozbahiyê li we yên birêz dikin û her wesan bi rêya we û liqa Europa ya têkoşer ya Yeketiya Afretên Kurdistanê gerimtirîn pîrozbahiyê li sikêrtariyeta Yeketiya we li Kurdistanê û hemî endam  û malbatên şehîdên Yeketiya Afretên Kurdistanê dikin.

Di rojeka wekî îro de her çend em behsê afreta Kurd bikin her kême, ji ber ko di dirêjahiya dîroka tevgera rizgarîxwaziya netewa Kurd erkê afreta Kurd di şoreşa eylula mezin û şoreşa 26ê gulana pêşkeftinxwaz û qonaxa piştî serhildana pîroz eger ji erkê zilamê Kurd zêdetir nebe kêmtir neboye.

Her di vê helkefta pîroz de em careka dî palpiştiyê li mafê û daxwazên we dikin û  hêvîdarin Yeketiya Afretên Kurdistanê ya têkoşer pêşkeftî bit û her berdewam bit li ser karwanê têkoşîna xebata xwe ya pîroz li ser rêbaza Barzaniyê nemir ji boy bidestxistina destkeftên baştir bo afreta Kurd ya hêja.

Ragehandina Lijneya Navça Hollenda
Partiya Dêmokrata Kurdistanê