• Email to a friend Email to a friend

Image gallery

Monumentek bo şehîdên Helebçeyê li bajarê Den Haagê li Hollenda

Decrease font Enlarge font قەبارەی فۆنت
image

Piştî çend salan xebateka dûr û dirêj ya revenda Kurd û dost û hevalên Kurdan li welatê Hollenda, Roja sêşembî 29-4-2014 ko dibe roja damezirandina rêkxistina OPCW li bajarê Den Haagê li welatê Hollenda perde li ser monumenta şehîdên kêmyabarana Helebçeyê hate avêtin, monument ji peykerê Omerê Xawêr û kurrê wî pêk tê..

Piştî kombûna salane ya OPCW bi dehan balyozên welatên cuda amadebûn di rêûresma perde avêtina ser monumentê Helebçeyê bi amadebûna wezîrê derve yê Îraqê Hûşyar Zêbarî, rêveberî giştî yê OPCW Ahmet Üzümcü, rêvebera giştî yê wezareta derve ya Hollenda Renee Jones-Bos, şaredarê bajarê Den Haagê Jozias van Aartsen û balyozê Îraqê li Hollenda Dr.Saad Ebdulmecîd:

Şandeka mezin ji Kurdistanê ji hatibo ji boy vê rêûresmê ko pêkatibo ji birêzan: Mamoste Aram Ehmed wezîrê karûbarên şehîdan û enfalkiryan, Felah Mustafa Bekir berpirsê têkiliyên derve yê hikumeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyi gotûbêjê fermî yê Hikumeta Herêma Kurdistanê û Berevan Hemdî rêveberê giştî yê wezareta şehîdan û enfalkiryan we her wesa kesûkarên şehîdên Helebçeyi ko ji Kurdistanê hatibon. Her wesa wênegirê ko wêneyê Omerê Xawêr girtibo li sala 1988 Ramazan Ozturk ji amade bo.

Dilawer Xalid Ajgeyi nûnerê Hikumeta Herêma Kurdistanê li Yeketiya Europayê ji her wesa amadebo.

Hêmin Hewramî endamê serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û berpirsê têkiliyên derve yê PDKê ji amadebo li gel berpirsên navçên Hollenda û Frankfurt birêzan Omer Zawîteyi û Serhed Xefûrî li gel gellek kargêr û kardirên partiyê.

Kurdên amade alaya Kurdistanê xistibon ser perdeyê û dema perde li ser monumentê hat avêtin sirûda neteweyi Ey Reqîb hate xwendin bi dengên bilind.

Piştî rêûresma perdeavêtinê li derveyi baxçe OPCW çalakiyek hate li darxistin ji aliyê Komîta Monumenta Helebçe li Hollenda û çend gotar hatin xwendin û xelatê rêzgritinê ji aliyê wezîrê şehîdan û enfalkiriyan birêz Aram Ehmed hate pêşkêşkirin bo Remezan Ozturk û her wesa birêz Hêmin Hewramî xelatê rêzgirtinê li ser navê Helebçeyiyan pêşkêşî dostê Kurdan parêzer Simon Minks kir.

OPCW çiye?
Rêkxistina bo Qedexekirina Çekên Kêmyayi û li rêkeftî 29-4-1997 hatiye damezirandin. rêkxistineke autonom û nêvdewletiye û baregayê wê yê li bajarê Den Haagê yê li welatê Hollenda, ev rêkxistin li gel Neteweyên Yekgirtî kar dikit.
Her vê rêkxistinê li 11-10-2013 xelata Nobêlê bo aştiyê wergirt ji bo bizava wan ji bo pûçkirina çekên kêmyayi.

Video NOS: http://nos.nl/video/641836-monument-den-haag-voor-slachtoffers-gifgasaanval-irak.html
http://nos.nl/artikel/641591-monument-halabja-in-den-haag.html

Ragehandina Lijneya Navça Hollenda ya
Partiya Dêmokrata Kurdistanê