• Email to a friend Email to a friend

Agehdariyek bo revenda Kurdî li welatê Hollenda li ser helbijartinan

Decrease font Enlarge font قەبارەی فۆنت
image

 

AGEHDARÎ!!!

 


Bo birêz revenda Kurdî li welatê Hollenda bi giştî û endam û alîgirên Partî bi taybetî,

Wek bo we yên hêja ya diyare li 27 û 28 meha nîsanê îsal li Hollenda jî em dê ber bi sindoqên dengdanê yên perlementoya Îraqê ve çin.
Em we yên birêz agehdar dikin ko komisiyona bilind ya helbijartinên Îraqê li welatê Hollenda, roja çarşembiyê 23-4-2014 demjimêr 19:00 li bajarê Almere komboneka taybet bo dengderan û pêzanînan li ser helbijartinên Îraqê saz dike.
Endamên komisiyonê dê amade bin û eger her dengderekê pirsyarek hebit yan pêzanînek divêt li ser helbijartinan ew dê bersivê bidin.

Em daxwazê ji hemî endam û alîgirên xwe dikin ko amadebin li vê kombonê ko pêzanînên baş hebin li ser dengdanê û ka çi belgename pêwîstin ko mafê dengdanê hebin.

Nav û nîşanên kombonê:
TMG Partycentrum
Sumatraweg 22
1335 JM Almere
Demjimêr 19:00

Deng bide lîsta 213 û Kurdistanê ava bike! Deng bide lîsta 213 ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê! Dengê wê serkeftinê misoger dikit bo lîsta Partî û Barzanî.

Li gel rêz û silavan me,

Ragehandina Lijneya Navça Hollenda ya
Partiya Dêmokrata Kurdistanê