• Email to a friend Email to a friend

Image gallery

55 saliya rojnameya Xebat ê li Hollenda hate pîrozkirin

Decrease font Enlarge font قەبارەی فۆنت
image

Li bajarê Almere, li welatê Hollenda roja yekşembî 6-4-2014 di rêûresmekê de bi amadebûna pêşmergên şoreşa eylul û gulanê û berpirs kargêrên Lijneya Navça Hollenda ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û nûnerên partiyên siyasî û komelên civakî û jimareyeka mezin ya revenda Kurd li welatê Hollenda, bi hevkariya Lijneya Navça Hollenda û Nivêsîngeha rojnameya Xebatê li welatê Hollenda 55 saliya rojnameya Xebatê hate pîrozkirin.

Rêûrsemê bi yek deqîqe rawestan bo rêzgirtinê bo cane pak yê şehîdên Kurdistanê û serwerê wana Barzaniyê nemir û kak Îdrîsê herdem zîndî destpêkir, piştre sirûda Ey reqîb bi dengê zelal yê kilarnêta hunermend Heme Bekir hate gotin û lêdan.

Birêz Selam Ebdullah sernivîserê rojnameya Xebatê di peyamekê de bi rêya Video yê bixêrhatina mêvanan kir û pîrozbahiya wan kir.

Birêz Omer Zawîteyi berpirsê navça Hollenda ya PDKê di gotarekê li ser nave Navça Hollenda pîrozbahiya rojnameya Xebatê kir de bi têr û tejî behsê rolê giring yê rojnameya Xebatê kir di rojnamevaniya Kurdî de nexasim di rojên tengav de di demê şoreşên  eylûl û gulanê û heta qonaxa evro.

Her wesan nunerên partiyên siyasî birêzan Sîdar Bîngol PSK, Çîmen Neqeşbendî PAK û Cehfer Merdanbegî PDK-I û Yunis Goran amadebûn û pîrozbahiyên xwe pêşkêşî rojnameya Xebat û PDK kirin.
Her wesa bi rêya Video yê Harry van Bommel endamê perlementoya Hollenda, partiya Sosiyalîst û Martin van den Randen rêveberê komela rojnamevan û hunermendên biyanî li Hollenda (Of File) pîrozbahî hate kirin.

Rojnamevan û berpirsê nivêsîngeha Xebatê li welatê Hollenda Sasan Derwêş û hevkarê wî Qehar Hewlêrî her yek ji wana ji gotarek pêşkêşkirin û pîrozbahiya amadeboyan kirin û sipasiya wana kirin bo amadebûna wana.

Xatûn Fazîla Ebdulletîf berpirsê tayê Europa yê Yeketiya Afretên Kurdistanê ji gotinek pêşkêş kir  û her wesa rojnamevan Bergeşt Akreyi peyamnêrê Kurdistan TV li Hollenda pîrozbahiyên xwe li rojnameya Xebat kirin.

Di dawiyê de xelatên rêzgirtinê ko logoya rojnameya Xebatê bo li ser birêzan Omer Zawîteyi, Salar Qeredaxî, Tiwana Hewlêrî, Heme Bekir, Bergeşt Akreyî  û Fazîla Ebdulletîf hatin pêşkêşkirin.

Rêûresim ji aliyê Nazenîn Nûrî hate birêvebirin û bi xwarina şirînahiyê û stiranên govenda Kurdî dawî li rêûresmê hat.

Ragehandina Lijneya Navça Hollenda ya
Partiya Dêmokrata Kurdistanê