• Email to a friend Email to a friend

Image gallery

Kombûna rêkxirawa Eindhoven hate encamdan

Decrease font Enlarge font قەبارەی فۆنت
image

 

Roja yekşembiyê rêkeftî 12-1-2014 li bajarê Eindhoven bi amadebûna berpirs Omer Zawîteyi û kargêrên navçê birêzan Pêşrew Hesen û Reşîd Botanî û piraniya endamên partiya me li sinorê rêkxirawa Eindhoven kombûna berfireh ya rêkxirawê hate encam dan.

Di destpêkê de birêz Tehsîn Yasîn berpirsê rêkxirawa Eindhoven bi germî bi xêrhatina kesên amade kir û her wesa daxwaz ji hemî amadebûyan kir ko deqîqyekê rabin ser pêyan bo rêzgirtina giyanê pakê şehîdên Kurd û Kurdistanê, serwerê nemiran Mustafa Barzanî nemir û kak Îdrîsê herdem zîndî.

Birêz Tehsîn Yasîn di axiftina xwe de behsê rêxkistin û kar û çalakiyên sinorê rêkxirawa Eindhoven bi berfirehî kir.

 

Piştre sêmînarek bo birêz Omer Zawîteyi berpirsê Lijneya Navça Hollenda hate sazdan ev sêmînara ji çend babetên cûda hatê sazdan.
Di babetê yekê de behsê rêkxistinên partiya me li Europa bi giştî û rêkxistina li Hollenda bi taybetî kir.
Her wesa behsê helwêstên hekîmane yên serok Barzanî kir û nexasim ew destkeftên ko bi rêberiya serok Barzanî hatin bi destxitin bo gelê Kurdistanê.
Di berdewamiya axiftina xwe de behsê rewşa niha ya Kurdistanê kir û nexasim serkeftina partiya me di helbijartinên borî de û ka çewa pêwîste ji niha pêve kar û xizmet bo helbijartinên dahatî bên kirin bi rêya xizmetkirinê.
Mijareka din ya vê sêmînarê giringiya endametiya partiyê bo û ka çi pêwîst kesek wek endam giringiyê pê bidit û boçî.

Di dawiya kombûnê de derfet  ji boy pirsyaran hate dan û pirsyar hatin kirin û bersiva pirsyaran hate dan û her wesa ji boy pêşkeftina partiya me çend pêşniyar hatin kirin.

Kombûnê sê demjimêran dewam kir û bi serkeftî hate qebûlkirin ji aliyê kesên amade ve.


Ragehandina Lijneya Navça Hollenda ya
Partiya Dêmokrata Kurdistanê