• Email to a friend Email to a friend

Peyama pirse û sersaxiya bo birêz Karway Akreyi

Decrease font Enlarge font قەبارەی فۆنت
image

Lijneya Navça me pirse û sersaxiya birêz Karwan Akreyi berpirsê giştî yê Kurdistan TV kir bi rêya peyamekê bi helkeftina wefatkirina brayê wî xwedêjêrazî Hacî Ezîz.
Li jêr peyama Navça me:
Bi navê xwedê yê mezin û dilovan,

Brayê birêz kak Karwan Akreyi,

Ji me qebûl bike bi rêya vê nameyê em pirsê û sersaxiya te û malbata we ya birêz bikin.
Bi xem û kovaneka mezin xebera wefatkirina brayê we, xwedêjêrazî Hacî Ezîz gehişte me û vê xebera diltezîn em xemgînkirin.
Em ji xwedyê mezin hêvîdarin ko giyanê xwedêjêrazî bixe ber rehet û dilovaniya xwe û rehmetî bi behişta fireh şad bike û sebir û aramiyê bide malbat û hemî dost û hevalên xwedêjêrazî.

Înna lîlleh we înne îleyhî racîûn.
انا لله‌ وانا الیه‌ راجعـون

Lijneya Navça Hollenda ya
Partiya Dêmokrata Kurdistanê

Amsterdam, 2-1-2013