• Email to a friend Email to a friend

Serbest Babîrî li Lijneya Navça Hollenda hate pêşwazîkirin

Decrease font Enlarge font قەبارەی فۆنت
image

Roja sêşembiyê rêkeftî 24-12-2013 birêz Serbest Babîrî berpirsê Leqa 17 ya Partiya me li Şingalê serdana baregayê Lijneya Navça Hollenda kir û bi germî ji aliyê birêz Omer Zawîteyî berpirsê Navça Hollenda û Elî Hirorî endamê navça Hollenda û  jimareyeka endam û kadirên çalak yên partiya me hate pêşwazîkirin.

Birêz Omer Zawîteyî di destpêkê de bi germî bixêrhatina rêzdar Serbest Babîrî kir ko serdana baregayê navça Hollenda kirî û piştre ji boy agehdarbûna ji nêzîk ve behsê rewşa partiya me kir li Europa bi gitştî û behsê kar û çalakiyên Lijneya Navça Hollenda bi taybetî.


Ji aliyê xwe birêz Serbest Babîrî ji sipasiya Lijneya Navça Hollenda kir bo pêşwaziya gerim û her wesa got ew gellekî keyfxweşe ko Navça Hollenda ya Partiya me baregayê xwe heye li bajarê Amsterdam paytextê Hollenda û destxweşî li hevalên Lijneya Navça Hollenda kir bo çalakiyên wan yên bêrawestan

Her wesa behsê rewşa niha ya Kurdistanê kir û nexasim behsê devera Şengalê.

 

Ragehandina Lijneya Navça Hollenda ya
Partiya Dêmokrata Kurdistanê