• Email to a friend Email to a friend

Image gallery

Sêmînarek bo birêz Fewzî Esaad li Lijneya Navça Hollenda.

Decrease font Enlarge font قەبارەی فۆنت
image

Li roja Şembiyê 21-12-2013 li baregayê Lijneya Navça Hollenda ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi amadebûna berpirs û kargêr û endamên lijneya navça Hollenda ya Partiya me û endamên Yeketiya Afretên Kurdistanê û Yeketiya Qûtabî û Lawên Kurd li welatê Hollenda û jimareyeka mezin ya endam û kesayetiyên rewşenbîr sêmînarek li ser sîstema dêmokratîyetê bi berfirehî hate sazdan ji aliyê birêz Fewzî Esaad kargêrê leqa 6.

Di vekirina sêmînarê de birêz Omer Zawîteyî berpirsê Lijneya Navça Hollenda bixêrhatina amadebûyan kir û daxwaz ji wana kir deqîqeyekê rawestin ser piyan bo rêzgirtina canê pakê şehîdên Kurdistanê û serwerê nemiran Mistefa Barzanî nemir û kak Îdrîsê herdem sax.

Di destpêka sêmînarê de birêz Omer Zawîteyî bi kurtî jiyannama birêz Fewzî Esaad xwend û ew bi amadebûyan da naskirin û her wesa diyar kir ko kak Fewzî hilgirê medaliyaya Barzaniyê nemire.

Bi dirêjahiya demjimêrek û nîvê birêz Fewzî Esaad bi têrûtejî behsê koka dêmokratiyetê kir û her wesa şoreşên dêmokratîbûnê nexasim şoreşa Fransayê.

Piştî axiftina birêz Fewzî Essad bi dawî hatî bîr û boçon hatine guhertin li gel kesên amade li ser sîstema dêmokratiyetê û her wesa proseya dêmokratiyetê nexasim li Kurdistanê.

Piştî dirêjiya sê demjimêran sêmînareka serkeftî û bi pêzanîn hate qebûlkirin ji aliyên amadebûyan ve.
 
Ragehandina Lijneya Navça Hollenda ya
Partiya Dêmokrata Kurdistanê