• Email to a friend Email to a friend

Image gallery

Sêmînarek li ser rojnamevaniya Kurdistanê û ragehandina partiya me

Decrease font Enlarge font قەبارەی فۆنت
image

Li roja 3-12-2013 li bajarê Amsterdam li baregayê Lijneya Navça Hollenda ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi amadebûna berpirs û kargêrên û endamên lijneya me û çend kesayetiyên rewşenbîr sêmînarek hate çêkirin bo sê rojnamevanên rojanameya zimanhala partiya me Xebatê ko li Kurdistanê tê çapkirin birêzan Hindirîn Şêrzad, Yasîn Hêja û Hêmin Arî.
 Ev sêmînara rewşenbîrî ji aliyê birêz Dîndar Koçer kargêr û berpirsê ragehandina navça me hate birêvebirin û di destpêkê de bixêrhatina mêvanan hate kirin û her wesa daxwaz ji amadebûyan kir ko deqîqeyek li ser pêyan rawestin bo rêzgirtina giyan pakê şehîdên Kurd û Kurdistanê û serwerê nemiran Mistefa Barzanî nemir.

 Birêz Omer Zawîteyî berpirsê navça me ji di gotinekê de bixêrhatina rojnamevanên rojnama Xebatê kir û her wesa sipasiya wana kir bo wê zehmeta ew di kêsin di karê xwe û her wesa sipasiya rojnamevan Sasan Derwêş ji kir bo zehmeta wî û gehandina dengê me bo hemî Kurdistanê bi rêya rojnameya Xebat.
 Her wesa sipasiya wan hemî kesên ko karê ragehandina partiya me dikin kir ko barekê giran li ser milên wana ye û xweşbextane ragehandina partiya me rolekê serekê leystiye di serkeftinên partiya me de û ev çende ji cihê rêzê ye.

 Piştre ji birêz Dîndar Koçer ew rojnamevane bi kurtî yek bi yek dan naskirin bo kesên amade û wî ji sipasiya rojnameya Xebat kir bo belavekirina çalakiyên navça me û ko rojenameya Xebat boye awêneyek bo xelkê Kurdistanê me têre bibînit.
 Mêvanê serekê yê sêmînarê birêz Hindrîn Şêrzad bi berfirehî behsê rojnamevaniyê li Kurdistanê kir û her wesa bi taybetî ragehandina Partiya me.
 Birêz Hindirîn Şêrzad got ko gellek kes di bêjin ragehandina partiya me ya lawaze, lê belê ev tişte ne raste, gellek caran ragehandina partiya me bersiva hindek kesan yan aliyan nade ji ber ko giring nabîne.
 Her wesa got gellek caran hinek alî bi tundî hêrişî partiya me dikin lê belê bersiva partiya me bi zimanekê nerim û çarçoveya rêzgirtinê de ye.
 Her wesa got ko ew serbilindin heta niha yek rojnamevanê rojnama Xebatê ne hatiye dadgehîkirin.

 Kesên amade çend pirsyarkirin û bersivên wan ji aliyê birêzan Hindirîn Şêrzad, Yasîn Hêja û Hêmin Arî hate dan. Her wesa çend pêşniyar ji bo pêşkeftina rojnemeya Xebat hatin kirin û şanda rojnameya Xebat gotin ew dê van pêşniyara gehînin cihê peywendîdar.

 Piştî gûftûgo bi dawî hatî ji aliyê navça Hollenda sipasname hatin pêkêşkirin bo birêzan Hindirîn Şêrzad, Yasîn Hêja, Hêmin Arî û Berhem Şêx Îzedîn ji boy xizmeta wan di ragehandina partiya me de.
 Her wesan ji aliyê rojnama Xebat xelatekê logoya rojnameya Xebatê hate diyarîkirin bo navça me û yekek bo rojnamevan Sasan Derwêş.

Ragehandina Lijneya Navça Hollenda ya
 Partiya Dêmokrata Kurdistanê