• Email to a friend Email to a friend

Image gallery

Kombûna berfireh ya Rêkxirawa Rotterdam hat encamdan

Decrease font Enlarge font قەبارەی فۆنت
image

Roja yekşembiyê 8-12-2013 li bajarê Rotterdam bi amadebûna şanda Lijneya navça Hollenda ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ko pêkhatibo ji birêzan Omer Zawîteyî berpirsê navçê û endamên navçê birêzan Şêrzad Yunis Rojbeyanî, Elî Hirorî û Selah Elîm û piraniya endamên sinorê rêkxirawa Rotterdam kombûna berfireh ya rêkxirawê hate encamdan.

Kombûn ji aliyê birêz Kawa Ezîz Xan berpirsê rêkxirawa Rotterdam hate vekirin û di destpêkê de bi germî bixêrhatina hemî amadebûyan kir û bi taybetî ya şanda navça Hollenda.
Piştî peyva bixêrhatinê birêz Kawa Ezîz Xan daxwaz ji hemi hevalan kir ko deqîqeyekê rabin ser pêyan ji boy rêzgirtina giyanê pakê şehîdên rêya azadî û serxwebûna Kurd û Kurdistanê û serwerê nemiran Mistefa Barzanî nemir û kak Idrîsê herdem zîndî.

Birêz Kawa Ezîz Xan bî hûrî behsê kar û çalakiyên rêkxirawa Rotterdam kir û her wesa got ew dê her berdewam bin li ser rêbaza pîroz ya partî û Barzanî ji boy pêşvebirin û bilindkirina partiya me.

Birêz Omer Zawîteyî berpirsê navça Hollenda li ser navê hemî hevalên navçê pîrozbahiya hemî endamên partiya me kir bi serkeftina helbijartinên îsal yên perlemanî ko partiya me partiya yekem bo di encamên helbijartinan de.
Birêz Omer Zawîteyî li ser çend babetên din ji bi berfirehî axivî wek avakirina kabîna 8ê ya Hikumeta Herêma Kurdistanê û ka çewa partiya me bi serperiştiya kak Nêçîrvan Barzanî di danûstandina de bi yek çavî temaşey hemi partiyan kir û hîç ferqek ne xiste di navbera hîç partiyekê de.

Birêz Omer Zawîteyî got raste em niha partiya yekêne lê belê divêt her ji îro pêve em dest bi amadekariyên helbijartinên piştî çar salên bên bikin ji ber ko me xizmeta gelê xwe kir û em serkeftin û pêwîste ev xizmeta me her berdewam bit û zêdetir bit.
Her wesa daxwaza ji hemi endamên partiya me kir ko endamên partî bi yek çavî temaşey hemi Kurdan bikin herdem destê xizmetê û brayetî dirêjî her Kurdekê bikin ji ber ko eve beşekê giring yê perwerdeya Barzaniyê nemire.

Her wesan behsê siyaseta partiya me li gel dewletên cîran kir û nexasim serdana Serok Barzanî ya bakûrê Kurdistanê û got ko serdana serok Barzanî bo bakûrê Kurdistanê ji boy pêvajoya aştiyê bo li bakûrê Kurdistanê û her wesa bahis kir ka çewa serok Barzanî boye hêviya hemî gelê Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê.

Di dawiya axiftina xwe de birêz Omer Zawîteyî bi hûrî behsê rêkxistinên partiya me li Europa bi giştî û Hollenda bi taybetî kir.

Her wesan birêz Şêrzad Yunis Rojbeyanî endamê beşê peywendiyan yê lijneya navça Hollenda behsê pêşveçona peywendiyên giring yên partiya me kir li gel hemî partiyên Hollendî û her wesan behsê giringiya lawan kir di nav rêkxistinên partiya me de û got her lawin ko paşeroja partiya me geş dikin.
Bi vê mebestê birêz Şêrzad Rojbeyanî regehand ko bi alîkariya çend qûtabî û lawên çalak dê li rêkeftî 14-12-2013 li bajarê Almere dê konfrensek bo Yeketiya Qûtabî û Lawên Kurd kir bêt sazdan û daxwaz ji hemi aliyekê kir ko qûtabî û lawên me amade bin.

Di dawiya kombûnê de gûftûgoyek di navbera amadeboyan de çêbo û bîrûboçon hatin guhertin ji boy pêşvebirina partiya me.

Ragehandina Lijneya Navça Hollenda ya
 Partiya Dêmokrata Kurdistanê