• Email to a friend Email to a friend

Image gallery

Rêkxirawa Hoorn kombûna xwe ya berfireh encam da.

Decrease font Enlarge font قەبارەی فۆنت
image

Li rêkeftî 1-12-2013 rêkxirawa Hoorn bi amadebûma piraniya endamên ser bi sinorê rêkxirawê ve û berpirsê navça me birêz Omer Zawîteyî û kargêrên navça me birêzan Reşîd Botanî û Şêrzad Yunis Rojbeyanî û Dîndar Koçer kombûna rêkxirawa Hoorn hate encam dan.
Di destpêkê de ji aliyê birêz Hacî Sindî berpirsê rêkxirawê bixêrhatina şanda lijneya navça Hollenda û amadebûyan hate kirin û ji amadebûyan hate xwest deqîqeyekê li ser pêyan rawesten bo rêzgirtina giyanê pakê şehîdên Kurd û Kurdistanê û serwerê nemiran Mistefa Barzanî nemir.
Her wesa birêz Hacî Sindî behsê çalakiyên sinorê rêkxirawa Hoorn kir û got ko ew bi berdewamî serdanên malbatên şehîdan dikin û ew herdem amadene û di xizmeta rêbaza partî û Barzanî de ne.

Piştre birêz Omer Zawîteyî berpirsê navça me li ser navê xwe û navê şanda navçê bixêrhatina amadebûyan kir û her wesa  pîrozbahiya endamên partiya me kir bi helkeftina serkeftina partiya me di helbijartinên perlemanî de.
Her wesa behsê siyaseta hekimane ya serok Barzanî û serkirdayetiya Partiya me kir û bi wê siyaseta hakimane Kurdistan gehandiye qonaxeka geş de û ka çewa niha serok Barzanî boye kesayetiyeka giring bo siyaseta rojhelata naverast.
Babetekê dî yê kombûnê serdana serok Barzanî ya Amedê û serdana serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî bo Enqerê û hevdîtina wî li gel serokwezîrê Tirkiyeyê.
Her wesan birêz Omer Zawtiteyî behsê rêkxistinên partiya me li Europa bi giştî û Hollenda bi taybetî kir û behsê dan û standina partiya me ji boy avakirina hikumeta nû ya ya Kurdistanê û ka çewa partiya me rêzê li hemî partiyên siyasî digirit û bi yek çavî temaşey hemiyan dike.

Di babetekê dî de birêz Dîndar Koçer kargêr û berpirsê ragehandina lijneya navça me behsê giringiya bejdarbûna role çalak yê qûtabiyan û lawan û afretê kir di nav rêkxistinên partiya me de û her wesa behsê wê giringiya Barzaniyê nemir kir ewa bi lawan û afretê dida ko ew ji beşekê giringin di civaka Kurdî de.
Her bi wê mebestê ragehand ko lijneya navça me bi hevkariya hindek qûtabî û lawên Kurd di amadekariyê dene ji boy nûjenkirina Yeketiya Qûtabî û Lawên Kurd li welatê Hollenda û daxwaz kir ko hemi qutabî û lawên sinorê rêkxirawa Hoorn bên agehdarkirin li ser vî babetî û di demek nêzîk de kombûneka berfireh dê ête amadekirin bo Yeketiya Qûtabî û Lawan.

Di dawiyê de giftûgo hate kirin û bîrûboçon hatin guhertin û pirsyar û pêşniyar hatin kirin ji bo pêşveçona partiya me, kombûnê dû demjimêran kêşand.

Ragehandina Lijneya Navça Hollenda ya
Partiya Dêmokrata Kurdistanê