• Email to a friend Email to a friend

Şanda partiya hate pêşwazîkirin di perelemanê Hollenda de.

Decrease font Enlarge font قەبارەی فۆنت
image

Ji boy xûrtkirina peywendiyên partiya me li gel partiyên Hollendî li rêkeftî 2-12-2013 şanda Lijneya Navça Hollenda ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ko pêkhatibo ji birêzan Omer Zawîteyî, Şêrzad Yunis Rojbeyanî û Dîndar Koçer serdana partiya D66 kir di nav avahiyê perlemanê Hollenda de li bajarê Den Haagê û ji aliyê Sjoerd Sjoerdsma berpirsê têkiliyên derve yên partiya D66 hatin pêşwazîkirin.

Di vê kombûnê de li ser çend babetên giring hate axiftin ko girêday rewşa niha ya Kurdistanê û Hollendayê. Şanda partiya me bi berfirehî behsê rewşa niha ya Herêma Kurdistanê kirin û vê qonaxa giring ko Herêma Kurdistanê bi xwe ve di bînit.
 Ji aliyê şanda partiya me daxwaz ji birêz Sjoerdsma hate kirin ko ew tawanên diltezîn û yên rijêma Sedam Hisênî li dijî gelê Kurd û bila li ser astê perlemanî ew babetê bête behiskirin û bila partiya D66 wana tawana wek komkujî/cînosaîd nas û qebûl bikit.

Her wesa şanda partiya me daxwaz ji birêz Sjoerdsma kir ko partiya D66 zêdetir piştevaniyê û giringiyê bide Kurdistanê nexasim palpiştîkirina kompaniyayên Hollendî li Kurdistanê kar bikin, ji ber wê peywendiya dîrokî di navbera Kurdistanê û Hollendayê, di rojên sext û dijwar de welatê Hollenda mafê penaberiyê da gellek Kurdên penaber û niha ji li Kurdistanê derfetên baş hene bo kompaniyên biyanî, bila kompaniyên Hollendî ji mûfay jê werbigirin.

Ji aliyê şanda partiya me ve pêşniyar hate kirin ko li ser astê dîplomasî jî Kurdistan û Hollenda baştir nêzîkî yektir bibin û bila Hollenda konsolxanyekê li Hewlêrê vekit û birêz Sjoerdsma got ko ew piştevanê wê çendê ye ko li Kurdistanê konsolxaneya Hollenda bê vekirin.

Şanda navça me û Sjoerd Sjoerdsma keyfxweşiya xwe derbirîn li ser vê hevdîtinê û herdû aliyan xwestin ko ev peywendî berdewam be.

Ragehandina Lijneya Navça Hollenda ya
Partiya Dêmokrata Kurdistanê