• Email to a friend Email to a friend

Image gallery

Lijneya navça Hollenda ya PDKê serdana balyozxana komara Îraqê kir li bajarê Den Haagê

Decrease font Enlarge font قەبارەی فۆنت
image

Bi mebesta xûrtkirina peywendiyên dîplomasî yên di navbera Lijneya Navça Hollenda ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û balyozxana komara Îraqê li bajarê Den Haagê îro çarşembî 6-11-2013 şanda Lijneya Navça Hollenda ya PDKê ko pêkhatibo ji birêz Omer Zawîteyi berpirsê Lijnê û kargêrên lijnê birêzan Azad Mecîd, Pêşrew Hesen, Şêrzad Rojbeyanî û Dîndar Koçer ji aliyê balyozê Îraqê birêz Dr. Saad Îbrahîm El Elî hatin pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de pêvajoya siyasiya Îraqê û Herêma Kurdistanê hate guftûgokirin û nesaxim serkeftina Partiya Dêmokrata Kurdistanê di helbijartinên perlemanê Kurdistanê ko PDK partiya yekê bo di encama helbijartinan de û her wesa pêşkeftinên siyasiyên vê dawiyê li ser astê Îraqê û Herêma Kurdistanê.

Beşekê din yê vê hevdîtinê li ser rewşa niha ya revenda Kurd û Îraqî li welatê Hollenda bo. Birêz Dr. Saad balyozê Îraqê bi berfirehî behsê pêşkeftina xizmetkirina balyozxanê û konsolxana Îraqê kir bo Îraqiyên li welatê Hollenda dijîn, nexasim ko vê dawiyê beşe çêkirina pasportan li konsolxanê hatiye vekirin û eve ji xizmeteka mezin bi xwe ve di bînit bo Îraqiyên li Hollenda dijîn.

Babetekê din yê vê dîdarê ‘Monumenta Helebçe’ bo ko tê çaverêkirin di destpêka meha 12an ya îsal de li bajarê Den Haagê di nav baxçeyê OPCW ko mezintirîn organa nêvdewletiye ya li dijî çekên kêmyayi.

Wek diyar û berçave lijneya navça Hollenda ya PDK û rêkxirawên wê yên cemawrî di destpêde de li gel bizava çêkirina monumenta Helebçe bon ji bo rêkxistina sêmînaran û komkirina îmzayan.

Li rêkeftî 5-12-2012 rêveberiya şaredariya Den Haagê qebûlkir ko li bajarê wan monumentek bo şehîdên Helebçeyê bête çêkirin.

Piştî vê qebûlkirinê proseya çêkirina monumentê kete ber destê şaredarê Den Haagê Jozias van Aartsen û midûrê giştî ya OPCW Ahmet Üzümcü û balyozê Îraqê Dr. Saad Îbrahîm.

Şanda PDKê xwest ji nêzîk ve agehdar be li ser rêveçona proseya çêkirina monumentê û birêz Dr. Saad ji aliyê xwe ve şanda PDK agehdarkirin.

Di dawiyê de herdû aliyan keyfxweşiya xwe derbirîn li ser rêveçona proseya çêkirina monumentê û her wesa keyfxweşbun li vê dîdarê û misogerkirin ko ev peywendiyên giring dê berdewam bin ji boy xizmetkirina revenda Kurd û Îraqî li welatê Hollenda.


Ragehandina Linjeya Navça Hollenda ya
Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

6-11-2013