• Email to a friend Email to a friend

Image gallery

Rêkxirwa Leeuwaarden ya PDK hate nûjenkirin

Decrease font Enlarge font قەبارەی فۆنت
image

Roja yekşembî 27-10-2013 bi amadebûna birêz Omer Zawîteyi berpirsê lijneya navça Hollenda ya PDK û kargêrên navçê birêzan Pêşrew Hese ,Şêrzad Rojbeyanî n û Selîm Sindî û hejmareka mezin ya endamên partiya me amadebûn li kombûna berfireh ya rêkxirawa Leeuwaarden.
Kombûnê destpêkir bi deqîqeyek rawstiyan ser pêyan ji bo rêzgirtina canê paqij yê şehîdên Kurd û Kurdistanê û serwerê nemiran Mistefa Barzanî û kak Îdrîsê herdem sax.
Her di vê kombûna berfireh de birêz Omer Zawîteyi di destpêkê de bi germî pîrozbahiya serkeftina PDK di helbijartinên perlemanê Kurdistanê de li endamên PDK kir û bi berfirehî li ser rewşa niha ya Kurdistanê û qonaxa piştî helbijartinên Kurdistanê û kawdanên vê dawiyê axivî.
Tewereka dî ya vê konbûnê ko şanda Lijneya Navça Hollenda ya PDK giring qebûlkirîn rêkxistinên partiya me bo li Europa bi giştî û di sinorê navça Hollenda bi taybetî. Piştre pirsyar ji aliyê kesên amade hatin kirin û bersivên pirsyarên wan ji aliyê şanda Lineya Navça Hollenda hatin dan.
Babetê dawiyê yê vê kombûnê nûjenkirina rêkxirawa Leeuwaarden bo ko bi rengekê azad û dêmokratana helbijartin hatin encamdan ji bo rêveberiya rêkxirawa Leeuwaarden û di encamê de birêz Lûqman Silêvanyî wek berpirs hate helbijartin û çar endam rêkxiraw jî hatin helbijartin.
Piştî çar demjimêran kombûn bi dawî hat û ji aliyê kesên amade kombûneka serkeftî hate qebûlkirin.

 


Ragehandin Lineya Navça Hollenda.