• Email to a friend Email to a friend

Ronkirinek li ser civîna di navbera Encûmenê bizava Gorran li Hollenda û xatûn Attiya Gamri li rêkeftî 17-5-2013 li bajarê Haarlem.

Decrease font Enlarge font قەبارەی فۆنت
image

Di belavekirina wê civînê li ser malpera Gorran û ajansa AINA ko girdêday Aşûriyane dujminatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê kirin nexasim ko Aşûrî bê mafin li Herêma Kurdistanê û her wesa di belavoka wan de bizava Gorran daxwaza desttêwerdana derekî dikit li ser proseya siyasî û yasayî ya Herêma Kurdistanê.

Bi vê nivêsînê em dixwazin bo hemî Kurdistaniyan û hemî aliyekê ron û aşkera bikin ko di van salên borî de dijminatiyeka mezin li dijî krîstiyanên li naverast û başûrê Îraqê di hate kirin. Ew dijayetiyê gehişte astekê ko bi mixabinî kristiyanên Îraqê qûrbanî dan û kenîsên wana hatin teqandin û wêrankirin.
Ji ber rewşa xirab ya krîstiyanan li naverast û başûrê Îraqê, wana hawara xwe gihande Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hemî dergeh bo wana hatin vekirin û bi keyfxweșî û mêvanperweriyeka gerim pêşwazî li wana hate kirin û hemî pêdawîstiyên jiyanê bo wana li Kurdistanê hatin dabînkirin.
Bi taybetî serokê herêma Kurdistanê rêzdar Masoud Barzanî herdem bangewaziya hindê dikir û dikt ko pêwîste rêz li wana bête girtin wek her hewelatiyekê Kurdistanê.

Ev belavoka civîna di navbera bizava Gorran li Hollenda û xatûn Attiya Gamri radigehînit ko xatûn Attiya Gamri dijayetiya ezmûn û pêşkeftina Herêma Kurdistanê dikit û wê xizmeta Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo kristiyanên Îraqê kirî li ber çava na bînit.
Bi mixabnî em di bînin ko bizava Gorran li Hollenda ji ber kerb û kîna xwe ya li gel partiyên desthelatdar li Kurdistanê û lawazbûna xwe, hevalbendiyê li gel wan kesana dikit ewên li dijî pirsgirêka gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê xebatê dikin.

Em hez dikin hemî aliyekê agehdar bikin û bi taybetî bizava Gorran li Hollenda hişyar bikin ko biriyarên li ser destûrê Kurdistanê û helbijartina serokê herêma Kurdistanê bi tenê mafê gelê Kurde û hîç aliyekê derekî maf nîne desttêwerdanê têda bikit.

Wek têt zanîn xatûn Attiya Gamrî endama encûmenê parêzgeha Bakûrê Hollenda ye li ser lîsta Partiya Kar ya Hollendî (PvdA) ye û ne endama perlementoya Hollendayê ye wek di belavokê de hatî ragehandin.

Di peywendiyekê de li gel birêz Guhdar Mahsûm her endamê encûmenê parêzgeha Bakûrê Hollenda li ser lîsta (PvdA) bi me ragehand ko ew civîna di navbera bizava Gorran û xatûn Attiya Gamri de ne li ser navê partiya (PvdA) hatiye kirin.
Birêz Guhdar Mahsûm got ko fraksiyona (PvdA) ya encûmenî ne hatiye agehdarkirin li ser vê civînê û li ser vê çendê ji daxwaza lêborînê ji gellê Kurd xwest û got ko ew gotin yên xatûn Gamrî yên şexsîne û ne helwêstê Partiya (PvdA) ye.

Bizava Gorran li Kurdistanê û derveyi Kurdistanê bi gotinên bêbin dixwazin ruiye ciwan u geshê Herêma Kurdistanê veşêrinbo meremên taybet û xwe wek bizaveka rêkxistî û rêkûpêk nîşan biden.
Gorran di civîn û ragehandina xwe de herdem behsê mafê mirovan û demokratiyê û dijayetiya gendeliyê ya li Herêma Kurdistanê dikit di demekê de ko ev çar (4) sal derbasbûn ji cûdabûna wê ji YNK. Di van çar salan de bizava Gorran ne kariye yek kongireyeka demokratiyane sazbidit ko endamên serkirdayetiya wê bên helbijartin bi rengekê demokratiyane. Wek em di ragehandina Kurdî de di bînin ko her diçe kadirên Gorran dest ji karan vedikêşin û roj bi roj bizava wan lawaztir dibit.

Gorran li diyaspora yê ya dest Kurdayetiyê berday û bi tenê partiyatiyê dikit û lobîkirin û berjewendiyên bilind yên Kurd û Kurdistanê ne xeme bo wan.

Ev kiryarên Gorran niha  encam didetin di demekê de ko pêwîste hemî aliyên siyasî û civakî yên Kurdî li diyaspora yê yek deng û yek helwêst bin bo parastina yeketiya gelê Kurd û parastina destkeftên Herêma Kurdistanê û her wesa alîkarîkirina parçeyên din yên Kurdistanê ji boy destxistina mafên wan yên rewa.

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)
Nawça Hollenda
21 Gulanê 2013