• Email to a friend Email to a friend

Çend gotinên pêwîst bo raya giştî li ser rewşa Iraqê û herêma Kurdistanê

Decrease font Enlarge font قەبارەی فۆنت
image

Mesûd Barzanî

Min bi pêdivî dizanî ji bo eşkerekirina rastiyan û xuyakirina naveroka ewên tengasiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Baxdadê û bibîranîna sedemên arîşeyan, nivîsekî weha ji we re eşkere bikim û bixim ber çavê gelê me yê xweştivî.

Kurd pêkhateyekî serekiya Iraqe û piştî pêvajoya azadiyê beşdariyeke bi bandor li binyatnana Iraqa nû de hebûye. Destûra nû ya Iraq û karpêkirina wê, take bingeha pêkve jiyana pêkhatên Iraqe. Me hewl daye li çarçêweya vê destûrê provaya erk û mafên xwe bikîn, lê belê hinek kes hene ku piştî wê yekê ku pêgeha xwe bi hêz kirine, xwe ji pabendbûna vê destûrê vedişêrin û kar ji bo qorxkirina zêdetirê deselatê dikin.

Hinek car li navxweya Herêmê bi cureyek behsa van tengasiyan tê kirin wekî ku sedema wê (Kêşeya min a şexsî bê li gel Malîkî). Min tu kêşeyekî şexsî li gel birêz Malîkî û tu kesekî dinê nav aliyê wê tengasiyek nebuye. Malîkî bi salan li Kurdistanê bûye û xwe wekî dostek nîşandaye. Dostekî min ê nêzîk jî bûye û berdewam li pêwendiyê da bûne û min hewl daye kêşeyan li gel wî bi hevdû têgihiştinê çareser bikîn. Lê belê ew pabendî tu sozek nebuye û takrewane li gel babetan de tevgeriyaye û dike. Ez ji wê demê ji Malîkî bê hêvî bûm ku li sala 2008 artêşa Iraqî bi tank û zirêpoş ve ji bo rûbirû bûna Pêşmerge şandin dewrûberê Xaneqînê.

Kêşeya me li gel wê eqliyete ku li şûna zimanê dîyalogê bawerî bi bikaranîna hêzên çek heye. Metirsiya min ne ji bo niha ye, ji bo çend salên pêşe ku eger ev eqliyet bi vî awayî biçe ji bo xwe derfetek bibîne û hêza wî hebê, kêşeyên mezin ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê tîne.

Li gor wê desthilat û berpirsiyariya destûriya li stuyê meye, îsal ku me helwesta xwe li beramber vê eqliyetê nîşanda, me tu kêşeyekî nû dirust nekir wekî wê yekê ku tê behs kirin, belku bi tenê me behsa kêşeyek kiriye ku bi salane heye û wekî pêwîst helwest li beramberî wê nehatibû wergirtin. Çendîn sale soza cîh bi cîhkirina naveroka destûr û kêşeyên helawestiyan didin. Lê belê hengavên cîddî û cihê hêviyê nedan. Ne maddeya 140 de hengavên kirdarî avêtin, ne babeta budçe û pêdiviyên Pêşmerge hate bi cîhkirin û ne jî ji bo reşnivîsa yasaya neft û gaz kar hate kirin. Li nav artêşa Iraqê jî da dijayetiya berpirs û efserên Kurd kirin û hewla dûrxistina wan dan. Piştî peymana Hewlêrê jî berdewam xwe ji bi cîhkirina naveroka peymanê veşartin. Ji bo wê yekê çemkê şirikayetiya rasteqîne li hukimraniyê da gelek bêreng bûye û ewê dihête dîtin bi tenê pawanxwazî û vegerana eqliyeta dîktatoriyê bûye. Piştî wê hemû sozên wan yê babeta dariştina peyrewê navxweyiya Encûmena Wezîran piştguh xist û ewê dihate dîtin bi tenê desthilata rehaya Malîkî bû li hemû warên îdarî, emnî, serbazî û aborî de bû, eve jî binpêkirina çemkê destûriya sîstema hukimraniya Iraqe. Ji ber ku li gor destûr Serokê Hikûmetê, Serokê Encûmena Wezîrane neku Serok Wezîr. Li navbera van du navnîşanan jî da cûdahiyek mezin heye, li gor Serokê Encûmena Wezîran siyaseta pêkhata Encûmena Wezîran peyrew dike û nikare takrewane hengavan bavêje.

Budçeya Pêşmerge bi salane hatiye pejirandin, lê belê rêgiriyê li gihîştina Herêmê dikin û eve jî li samanê nîştimanî da dest bi ser dagirtinekî eşkereya beşa Herême, ji ber ku ew budçe wekî xerciyeya siyadiyên li beşa Herêmê tê birîn. Berê Herêm û Bexda bi amadebûna Emerîkiyan rêkkeftin, ku Pêşmerge wekî beşek ji sîstema bergiriya Iraqê hemû pêdiviyên wê diviya bête dabîn kirin û ji budçeya warê bergiriya Iraqê diviya palpiştiya wî ya darayî bihata kirin, li ser vê bingehê jî çek û pêdiviyên Pêşmerge dihate dabîn kirin, lê belê vaye çend sale li kogehên serbazgeha (Tacî) da dest li ser da girtine û rêgiriyê li gihîştina destê Pêşmerge dikin.

Di derbarê muameleyên li gel dosyeya peymanên neft jî ev demeke dirêje çi li asta navxweyiya Kurdistanê û çi li Bexda dihête axaftin. Girînge hemû aliyek bizanin çend sale daxwaz dikîn lîjneyekî şareza û bê alî pêdaçûnê bi hemû dosyeyên taybet bi neft li Herêm û Iraqê bike û hemû binpêkirineke destûrî û kêmasiyan destnîşan bike. Lê belê xwe ji van babetan vedişêrin, her care û radigihînin ku lîjneyek pêkanîne û paşê bêdeng dibin, ev xwe veşartin ji bo çi? gelo ev heraya li ser nefta Herêmê ne bi mebesta xwe veşartina raya giştiye da ku kesek temaşa helsukeftên Wezareta Nefta Bexda ya li gel dosyeya neft li Iraqê bi giştî nedin?.

Me gelek sebir kiriye û berdewam me daxwaz kiriye ku aliyên Iraqî û Kurdistaniyan bi danustandin û vegerana destûrê kêşeyan çareser bikin. Em berdewam li benda çareseriyekî Iraqiyane bûn û me dergeha danûstandinê li gel tu aliyek ku baweriya wan bi danustandinê hebûye negirtiye, lê belê eger çareseriyeke Iraqiyane li holê da nebû, me zanî pêgîrî bi destûrê nakin wê demê em hêvî dibine ser çareseriya Kurdistanî û em vedigerin daxwaz û raya xelkê Kurdistanê. Peyama mina newroza îsal jî da tenê her eve bû.
Eve bû paşê kombûn li gel aliyên Iraqiyan hate encam dan heta çareseriya kêşeyan bikin, bi taybet daxwaz ji Hevpeymaniya Nîştimanî hate kirin ku kar bikin bo ku Malîkî pêgîrî destûrê bibe û ew peymanên li navbera hemû aliyên li nav pêvajoya siyasî de hatine wajû û îmza kirin.

Babeta sitandina baweriyê ji Malîkî li navbera helwestên cûda cûda de gelek hate axaftin. Hinek wiha pîşan didin ku eve projeya min bûye, lê belê rastî ne wiha ye û projeya hinek kesên din bû neku yê min. Min pêşniyareke din hebû ji bo guherîna wê nehceya ku Malîkî li ser diçû. Min pêşniyar kir çaksaziyeke bingehîn li sîstema hukimraniya Iraqê da bê kirin û bingehên demokrasî û hevdû qebul kirin bête bi hêzkirin. Ji ber ku krokiya kêşeyê eveye, lê belê piştî wê yekê ku hêzê siyasiyên din bi amadebûna birêz Serok Komar kombûn, babeta wergirtina baweriyê bû bi dawakarê amadevanên rûniştinê û min jî palpiştiya wê kom dengiyê kir û astengiya min nebû, ji ber ku rastiya ezmûnên berê ya bi cîh nekirina peymanan û pabendnebûna bi destûr dergehên hêviyê ji ruyê Malîkî girtibû.

Ez ji vê helwesta xwe ne poşmanim û min erkê ser şana xwe bi cîh kiriye.

Mixabin li nav Herêmê ev babeta hestiyar bi hêviya babeteke şexsî û gengeşe û muzayedatên siyasî hate kirin, eve jî karekî ne rewabû beramber maf û daxwaziyên gelê me û ziyana xwe li nav mala Kurdistanî û pêgeha wê ya li Iraqê da hebû. Bi erkê ser şanê xwe dizanim vê helwestê derbibrim û hoşdariya eve bidim ku ewê îro li Bexda kar ji bo wê tê kirin li paşarojeke nêzîk da metirsiyên mezin ji bo hemû aliyek dike, min babetê nirxand û dazanîn da ku hemû aliyek jî bi erkê ser şanê xwe rabin.

Niha jî her kesek li wê baweriyê daye dikarê kêşeyên helawestiyan li gel Malîkî yek alî bike, rê li ber vekiriye û amademe li gor desthilata xwe dosyeya van kêşeyan radestî wan bikim. Kî bikari bê û sîstema demokrasî û hukimraniyê li Iraqê da bixe ser rasterêya xwe û li dest pawanxwazî û qorxkariyê derbixê bila hengavan bavêje.

Kurt û puxt min xwestiye dakokî li mafê destûriyên Kurd bikim û li heman demî de bergiriyê li sîstema demokratîk ya li Iraqê da bikim. Min xwest eve bibêjim eger rewş bi vî aliyî de berdewam bibê, piştî çend salekî din êrîşeke mezin li ser mafên Kurd û sercem pêvajoya siyasiya li Iraqê da dirust dibê.

Divê hemû aliyek bizanin ku kêşe bi tenê ne pêwîst bi Herêmêye, kêşe pêvajoya hemû Iraqe. Em beşdar bûn li dirustkirina Iraqa nû û me qurbanî ji bo wê daye. Em xêr û xweşiya hemû gelên Iraqê dixwazîn. Hêviya me jiyanekî şayesteye ji bo hemû pêkhatên Iraqê. Lê belê biryar bi destê Bexda daxwaziyên gelên Iraqiyane piştguh xistine û berdewam tengasiyan dirust dikin heta ku kêmasiyan perdepoş bikin. Li gor hemû pêweran Hikûmet li Bexda li xizmetkirina welatiyan da serkeftî nebuye. Hikûmeta Iraqê li van salan da zêdetir li nîv trîlyon dolar li ber dest da hebûye, ev serwet û saman çi li ser hat? Bila gelên Iraqê bipirsin kanî avadanî, kanî xizmetguzarî? zêdetirê 20 milyar dolar tenê ji bo kareba hatiye terxan kirin, kanî encama wê? Bila Hikûmeta Iraqê xwe bi xizmeta welatiyan ve mijul bike neku berdewam kêşe ji bo Herêmê yan aliyên siyasiyan dirust bike.

Li vî welatê dewlemend da welatî hêjayî jiyanekî baştir û xizmetên zêdetirin, lê belê hê jî desthilat li Bexda li dabînkirina kêmtirîn xizmetguzariyan de serkeftî nebuye, ku li şûna lez kirina berev pêşbirina xizmetguzarî leza li xwe pir çekkirinê dikin bo ku bi êrîş û guşarên serbaziyê xwe bisepênin.

Dixwazim li vir da bi hilgirên wê eqliyetê re bibêjim, serdema ewe li ser çû bîr li wê yekê bikin ku carekî din hêzên serbaziyan xwe û emn û polîsên xwe bînin û li ser gelê me da bisepênin. Rêge nadîn Iraqê paşve vegerînin û berjewendiya gelê Kurdistanê û gelên dinê Iraqê bikin qurbana tu ajandayekî herêmî yan daxwaza berteskên şexsî.

Deverê guhertinên mezin bi xwe ve dîtiye û guhertinên mezintir jî bi rêveye, em li demek de piştevaniya serkeftina îradeya gelên navçeyê dikîn, dîsa li vê hel û merca hestiyar da dixwazîn yekrêziya nav mala Kurd bête parastin.

Bila hemû aliyek berjewendiya bilinda gel û nîştiman li ser rûyê berjewendiyên teng da deynin. Ev tengasiyên li Iraq û navçeyê da hene ne amrazên muzayedeya siyasî û bikaranîna li dijî hevdû ne, her karekî wiha li ser paşaroja Kurd û Kurdistan li deverê da metirsîdar dibê. Ev rewş berpirsiyariyetiyekî mezina dîrokî xistiye ser şanê hemû aliyek.

Hest bi berpirsiyariyetiya xwe dikim beramber parastina berjewendiyên Kurdistan û Iraq û pêvajoya demokrasî, her wiha xwe bi parêzerê azadî û kerameta welatiyên Kurdistanê dizanim û şanaziyê jî bi vê erkê dikim û hêvîdarim em hemû pêkve hêz û şiyanên xwe bixîn holê ji bo gihandina neteweya me bi kenarê aramî aştî û azadî û jiyanekî hêjatir û pir serberzî.