• Email to a friend Email to a friend

Șanda lijneya nawça Hollenda û mekteba peywendiyên derve ya PDK li Hollenda serdana perlentoya Hollenda kir

Decrease font Enlarge font قەبارەی فۆنت
image

Evro sêșebî rêkeftî 3-4-2012 li bajarê Den Haag șanda lijneya nawça Hollenda ya PDK û endamên mekteba peywendiyên derve ya PDK li Hollenda hevdîtinek pêk anînîn li gel Frans Timmermans endamê perlementoyê û endamê komisiyona peywendiyên derve ya partiya PvdA li avehiyê perlementoya Hollenda.

Frans Timmermans got ew keyfxweșe bi xurtkirina peywendiyên di navbera partiya wî û PDK de û her wesa got ko ew doza gelê Kurd ji nêzîk ve di șopîne û wî demê borî de  serdana Diyarbekirê kirye û havîna bêt ew dê serdana Kurdistana Îraqê bikit.

Wek așkera ya di perlementoya Îraqê û perlementoya Kurdistanê de enfal û kêmyabarana bajarê Helebçeyê wek cînosaîd li dijî gelê Kurd hate qebûlkirin, ji aliyê endamên nawça Hollenda ya PDK daxwaz ji Frans Timmermans hat kirin ko perlementoya Hollendayê ji wan tawanên li dijî gelê Kurd wek cînosaîd qebûl bike.

Frans Timmermans daxwaza PDK qebûl kir û got bi hevkariya PDK ew dê konfransekê ji boy nasandina çînosaîdkirina gelê Kurd saz bidin û de hemî komisiyonên di perlementoya Hollendayê bên vexwendin ko bejdariyê tê bikin.

Șanda PDK pêk hatibo ji berpirs û endamên ljneya nawça Hollenda Omer Zawîteyi, Pêșrew Hesen û Șewket Xazî û ji aliyê mekteba peywendiyên derve Salah Bawanî, Șêrzad Rojbeyanî û Dîndar Koçer amdebûn.